Sûcên Tirkiyê yên tevlêkirina xakên Sûriyê li Tirkiyê, berdewam in

Dewleta Tirk a dagirker bi rêya alavên xwe sepandina hebûna xwe li herêmên Sûriyê yên dagirkirî, berdewam dike. Ligel derxistina nasnameyên takakesî, hildana alan û bi bikaranîna lîreya tirkî, Erdogan mersûmek da, ku peymanege û fakulteyên girêdayî zanîngeha dewleta Tirk veke. Bi wê re Kadar Pîrî got ev tevahî sûc, kiryarên tirkkirinê derbas kirin, da ku van herêman tev li xaka Tirkiyê bên kirin.

Sûcên Tirkiyê yên tevlêkirina xakên Sûriyê li Tirkiyê, berdewam in
11 sibat, 2021   04:02
NAVENDA NÛÇEYAN-YEHYA HEBÎB

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê di dirêjahiya salên borî de, gelek sûcên bi armanca guhartina nasnameya herêmên Sûriyê yên dagirkirî pêk anîn, mîna Cerablus, Bab, Ezaz, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî.

Ji van sûcan jî, ragihandina hikumeta demkî û meclisên girêdayî wê ye. Ev jî ji bo derxistina nasnameyên takakesî ye. Ev pêngav jî gefan li nasnameya nîştimanî ya Sûriyê dixwe.

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker şêniyên resen da koçberkirin û li şûna wan bi hezaran çete û malbatên wan bi cih kirin, bi taybet malbatên Tirkmen û alên Tirkiyê li ser avahiyan hildan, lîreya xwe li şûna lîreya Sûriy ferz kir.

‘SEPANDINA DAGIRKIRINÊ BI BIRYARNAMEYEKE SEROKATIYÊ PÊK TÊ’

Di pêngaveke din a derbekirina hêmanên dewleta Sûriyê û nasnameya wê de, serokkomarê dewleta Tirk a dagirker Recep Teyyîp Erdogan biryarnameyeke serokatî da, tê de hat ku divê peymangeh û fakulte yên girêdayî zanîngeha dewleta Tirk li herêmên Sûriyê yên dagirkirî werin vekirin.

Têkildarî mijarê, gerînendeyê Navenda Kurd a Sînornenas Kadar Pîrî wiha got: "Dema ku em vekirina zanîngehekê li herêmên dagirkirî dibihîsin, ev tê wateya ku dewleta Tirk girîngiyekê dide van herêman. Lê di rastiyê de, dema ku zanîngeh girêdayî dewleta Tirk be û zimanê tirkî û hevkariya rêveberî bi zanîngehên Tirkiyê re be, ev tê wateya sepandina dagirkirinê û tevlêkirina wan herêman li xaka Tirkiyê."

‘WÎLAYETA NÛ YA DEWLETA TIRK’

Dewleta Tirk a dagirker di dawiya 2018’an de şaxeke zanîngeha "Heran" li Babê vekir. Lê li Efrînê dibistanên amadehî yên îslamî ku dişibin dibistanên "Îmam Xetîb" yên Tirkiyê, li gel dibistanên dîtir hatin vekirin.

Li gorî raporên çapemeniyê, dewleta Tirk a dagirker li Efrînê bi taybet bi rêya rakirina çi sembolên kurdî li bajêr siyaseta tirkkirinê dimeşîne, navên kolan û qadên sereke diguhere û Efrînê ji çi îşareta bi nasnameya Kurd dike, tecrîd dike, her wiha alên Tirk û wêneyên Erdogan li daîreyên fermî, dibistan û cihên giştî hildide.

Di vî warî de Pîrî wiha domand: "Ev sûc ji destpêkê ve ji hêla dewleta Tirk bi plan e. Me di destpêkê de axivî ku dewleta Tirk dixwaze herêmên Sûriyê tev li xaka xwe bike. Lê desthilatên Tirk ev yek bi rêya daxuyaniyên xwe çi ji serokatiya dewletê, çi ji serokwezîr çi jî ji wezîrê parastinê veneşartin. Wan daxuyand ku ev herêm di bingeh de parçeyên ji dewleta Tirk e. Heta dema di civînên çapemenî yan jî axaftina li ser Sûriyê de di nexşeyên li pişt desthilatên Tirk de tê xuyakirin ku ev herêm di nava nexşeyên dewleta Tirk de hene û navê wê kir wîlayeta 91’an. Li gorî wan bakurê rojavayê Helebê, heta bi herêmên Cerablusê û Babê û Efrînê ji herêmên vî wîlayetê ne."  

Der heqê xeteriya mijarê de, Pîrî wiha eşkere kir: "Dewleta Tirk a dagirker seweriyê li van herêman dike, ne çeteyên sûrî mîna ku idîa dikir. Ji ber berjewendiyên dewleta Tirk li xaka Sûriyê hene, dixwaze herêmên ji Sûriyê tev li xaka xwe bike. Ev yek jî bi rêya daxuyanî û sûcênan wan eşkere dibin."

Pîrî wiha gotina xwe berdewam kir: "Dîroka dewleta Tirk hem a kev hem a nû bi vî awayî ye. Her wiha tê zanîn ku dema dewleta tirk derbasî herêmekê bû, ne bi hêzî be jê bi der nakeve û herêmên dagirkirî parçeyekî ji dewleta xwe dihesibîne û desthilatên wê vê yekê bi eşkere dibêjin, di her tiştî de derewan dikin, lê di mijara berfirehkirin û dagirkirinê de zelal in. Pirî caran bi eşkere gotin ew van herêman parçeyekî ji dewleta Tirk dihesibînin û axaftina wan ne tenê ji bo Sûriyê ye, lê belê li ser Lîbya û gelek herêmên dîtir jî."

‘MIJARÊ TIRKKIRIN DERBAS KIR’

Di raporên çapemeniyê yên 2019’an de hate gotin ku qaşo Meclisa Efrîn a girêdayî çeteyên dewleta Tirk a dagirker, bi ser wîlayeta Hatay ve ye.

Di rapora Komîsera NY’yê ya mafên mirovan a Hezîrana 2018’an de hat ku desthilatê Hatay du berpirsên tirk ji bo çavdêriya li ser hikumê li herêma Efrînê, erkdar kirine.

Kadar Pîrî destnîşan kir ku mijar tirkkirin derbas kiriye û ber bi tevlêkirina van herêman li xaka Tirkiyê bi awayekî fermî ye û wiha diyar kir: " Beriya mijara zanîngehan, ev herêm ji aliyê revebirinê ve girêdayî dewleta Tirk an jî waliyê Tirk ê li herêmên bi ser sînorên dewleta Tirk ve ye, ev jî ne tirkkirin e, lê belê tevlêkirina herêmên Sûriyê li xaka Tirkiyê ye. Ev sûc jî binpêkirina tevahî qanûn û mîsaqên navneteweyî ne."

‘GELO BIJARDEYÊN SÛRIYAN ÇI NE?’

Der barê bijardeyên sûriyan ên berxwedana li hember sûcên dewleta Tirk de, Pîrî wiha bi lêv kir: "Mixabin, sûrî di newaleke din de ne. Me tenê daxuyaniyek ji hikumeta Şamê li dijî vekirin vê zanîngehê de dît. Lê mixabin, beşa ku xwe qaşo oposîzyonerê Sûriyê dibînin nikarin tiştekî bikin, ew tenê di destê dewleta Tirk de devê topê ne. Heta daxuyaniyên ên di vê demê de dikevin ximzeta dijmin û tevahî daxuyaniyên wan li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne. Ji ber Rêveberiya Xweser li hember vê dagirkeriyê û sûcên wê yên tevlêkirina xaka Sûriyê li xaka Tirkiyê, li ber xwe dide."

‘GELO DI RASTIYÊ DE KÎ SÛRIYÊ PARÇE DIKE’

Pîrî wiha der heqê mijarê de berdewam kir: "Di encamê de QSD’ê hêza yekane ye ku li dijî dewleta Tirk a dagirker û dagirkirina wê li ber xwe dide. Lê niha di nava QSD’ê de gelek hêzên sûrî yên li ser oposîzyonê ve dihatin hesibandin, hene. Lê piştî niyetên oposîzyonê eşkere bûn, gelek hêz ji wê veqetîn û di QSD’ê de xêra ji gelê Sûriyê û dewleta Sûriyê re dîtin. Her wiha tevahî daxuyaniyên wan ên ku QSD’ê bi qutbûna ji Sûriyê tawanbar dikirin, berovajî wê yekê pêk hatin."

Gerînendeyê Navenda Kurd a Sînornenas Kadar Pîrî wiha gotina xwe bi dawî kir: "Hat eşkerekirin dagirkerî û çeteyên wê yên ku idîa dikin ew sûrî ne,  dixwazin Sûriyê parçe û dabeş bike, mîna çawa hikumeta Şamê kiriye, dewleta Tirk vê yekê li ser erdê dike. Lê yê ku parastina Sûriyê, yekitiya wê ya demokratîk û nenavendî dike, QSD’ê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike."

(fr)

ANHA