Li herêmên hikumeta Şamê beşa xwendinê hilweşiye

Şêniyên li herêmên hikumeta Şamê ji hilweşîna beşa xwendinî û belavbûna gendeliyê bi gilî û gazin in. Her wiha pisporê kar û barên fêrkirinê piştrast kir ku pêwîst e guhartina giştî li welat çêbibe, da ku civakeke şareza ya pêşketî ku dûrî zimanê xwînrijandin û wêrankirinê were avakirin.

Li herêmên hikumeta Şamê beşa xwendinê hilweşiye
11 sibat, 2021   02:37
ŞAM-NISRÎN XELÎL

Di encama hilweşîna rewşa ewlehî li Sûriyê piştî destpêkirina krîza Sûriya ya 2012’an û vegerîna wê ya şerê çekdarî di nabera du aliyan de ku yek ji wan hewl dide parastina desthilatiya xwe bike û ya din jî hewl dide hikumeta Şamê hilweşîne û bi nûnertiya komên çekdar ên piştgiriya xwe ji dewleta Tirk digire biçe ser desthilatê de, rewşa li tevahî herêmên Sûriyê hilweşî.

Ji destpêka krîzê de, binesazî û navendên xizmetguzariyê ji hêla her du aliyên şer ve hatin armanckirin. Beşa xwendin û perwerdê bi hevrûkirina bi beşên din re zirareke mezin ji van şeran dît. Ji ber dibistan veguherîn baregehên leşkerî û nuqteyên hêzên hikumeta Şamê û komên çekdar û vê yekê bandoreke mezin li rewşa perwerdê ya li welat kir.

DI ENCAMA ŞERAN DE BANDOREKE NEYÊNÎ YA MEZIN LI REWŞA PERWERDÊ YA LI HERÊMÊN HIKUMETA ŞAMÊ ÇÊBÛ

Dibistan û derdora wê, bû dikeya şerên dijwar di navbera hêzên hikumeta Şamê û komên çekdar de. Hin dibistan di encama êrişên bi erebeyên bombebarkirî yên ji hêla çekdaran de hilweşîn, hin jî di encama topbaranên bênavber ên komên çekdar ên li dijî herêmên hikumeta Şamê de hilweşîn. Lê hêzên hikumeta Şamê bi mebest dibistanên ku tê de çekdar bi cih bûbn, bi top, tank û balafiran armanc kirin.

Vê jî hişt ku bi sedan dibistan ji xizmetê bi der kevin û xwendekar neçin dibistanê. Li aliyekî din jî rewşa zanîngeh û peymangehan ji ya dibistanan ne baştir bû, ew jî di encama qutkirina rêyên bajar û taxan de rawestîn .

Vê yek bandor bi awayekî giştî li asta perwerdê û xwendinê kir. Her wiha piştî ku Sûriyê ji dewletên pêşeng ên asta xwendinê li herêma Rojhilata Navîn de bû, lê bi paş ket û zanîngeha wê ya ku di lîsteya sedî ya baştirîn zanîngehên erebî de bû bi paş de çû. Li gorî serjimariya 2020’an zanîngehên hikumeta Şamê li ser asta cîhanê wiha bû, Zanîngeha Şamê 3 hezar û 533, zanîngeha Heleb 4 hezar û 518, zanîngeha Tişrîn 4 hezar û 582 û zaîngeha Baasê 5 hezar û 742, ye.

JI ZÊDETIRÎ NÎVÊ ZAROKÊN SÛRIYÊ JI XWENDINÊ MEHRÛM IN

Têkildarî mijarê, di daxuyaniyeke hevbeş a gerînendeyê herêmî yê UNICEF’ê li Rojhilatê Navîn û Bakurê Afrîkayê Ted Chaiban û koordînatê herêmî yê kar û barên mirovî yê krîza Sûriyê Muhend Hadî de ku di 24’ê Çileya 2021’an de hatiye weşandin ku zêdetirî nîvê zarokên Sûriyê hîna jî piştî derbasbûna 10 salan di ser xwepêşandên gel li vî welatî de, ji xwendinê bê par in.

Di daxuyaniya hevbeş de hate eşkerkirin ku li Sûriyê zêdetirî 2 milyon û 400 hezar zarok ne li dibistanan in, jê ji sedî 40 keç in. Lê tê texmînkirin ku ev hejmar di 2020’an de ji ber pandemiya vîrusa Koronayê bilind bûbe. Li aliyekî din jî hikumeta Şamê azara westaneke mezin, kêmasiya piştgiriya darayî, hilweşîn û nedabînkirina xizmetguzariyên ewle û adil ji milyonan zarokan re, dikişîne.

Li gorî daxuyaniyê, di encama pandemiya vîrusa Koronayê de, xwendina li Sûriyê rawestî. Her wiha ji her sê dibistanên li Sûriyê tenê yek bi kêrî xwendinê tê, ji ber piranî hatin wêrankirin û toparankirin.

Tevî vegera aramiyeke nisbî li herêmên hêzên hikumeta Şamê, lê rewşa xwendinê wek xwe maye û tu pêşketinên berbiçav çênebûne, sedema vê yekê ya bingehîn nirxa madî di nirxa madî ya zanistî de ye.

Di vî warî de Ehmed ku bavê xwendekarekî ya merheleya seretayî û xwendekarekî merheleya amadehî ye got xwendin ne mîna berê ye.

‘TU HÊVIYÊN ME JI XWENDINA KU BERPIRSA WÊ BIJÎŞKÊ BEYTERÎ YE TUNE NE’

Ehmed da zanîn ku tu hêviyên wan ji xwendina ku berpirsê wê bijîşkê beyterî ye, tune ne û bi wê yekî îşaretê bi wezîrê perwerdeê ya niha Darim Tebai dike û wiha domand: "Mîna metelok dibêje; Nan pêjgeh bidinê heta ku nîvê wê jî bixwe."

Xwendekara bi navê Rîm a ku fakulteya zanistên siyasî li zanîngeha Şamê dixwîne, wiha axivî: "Bandora şer a mezin li ser fakulteya ku min tê de dixwend çêbû, min heta navenda wê ya bingehîn jî nedît, ew jî bi sedema ku ew li herêma Til a bejahiya Şamê bû ku herêmeke ne ewle bû. Wê jî hişt ku xwendekar û mamosteyên wê fakulteyê li nava fakulteyên hiqûq û biyolojiyê yên zanîngeha Şamê bigerin.

Li aliyekî din jî xwendekarê xwendina bilind Kermîm diyar kir ku pêdiviya xwendekaran a îro, bi wergirtina vê pileya zanistî ya madî heye û ne bi zanistî heye. Ji ber xwendekarên bi bawernameyên bilind li saziyên dewletê de, di encama gendeliyê de nayên rêzdarkirin.

‘XWENDINA LI DERVE, TENÊ ZAROKÊN BERPIRS Û XWEDIYÊN PAYEBERZ RE YE’

Kerîm destnîşan kir ku xwendina li derve mîna li dewletên Îran û Rûsya û hin dewletên Amerîka Latîn ku ew jî ji bo lêçûna zêde li ser dewletê xwendekar nayên şandin, tenê ji bo zarokên berpirs û payeberz re ye

Têkildarî mijarê, mamosteyê pirsor ê kar û barên perwerdê yê wezareta perwerdê ya girêdayî hikumeta Şamê ku ji bo sedemên ewlehiyê navê xwe eşkere nekiriye, got ji nêzî sê salan ve madeya ol derbasî meteryala refa yek a serertayî bûye.

Mamoste destnîşan kir ku dema wezîrê perwerdê ya niha Darim Tebai gerînendeyê meteryalên wezarata perwerdê bû ew made li meteryalê zêde kir û wiha domand: "Darim Tebai, bijîşkê beyterî ye û lêkolînên wî li ser nexweşiya dînbûna çêlekan heye."

Mamoste bi lêv kir ku bandore wezareta ewqafê û nûnerên wê di wezareta perwerdê de mezin e û nîşaneya wê jî fikirên wan ên di meteryalên nû de ye û wiha pê de çû: "Ev yek li dijberî ilmaniya dewleta Sûriyê ye."

‘PÊŞKETINA YEKANE DI METERYALÊ DE TENÊ WÊNE Û RENG BÛN’

Mamoste eşkere kir ku bi hevrûkirina nirxa zanistî ya meteryalên niha bi yên berê re pir kêm e û wiha berdewam kir: "Meteryalên niha mîna meteryalên berê ne bi armanc û bi wateya rasteqîn in. Ji ber tenê pêşketina di meteryalên nû de wêne û reng in anku tenê pêşketin di aliyên xweşikbûnê de çêbûye."

Pisporê kar û barên perwerdê diyar kir ku dibistanên pîşeyî bi awayekî mezin hatine paşguhkirin. Ji ber fikirina li ser wan kêm in, tevî ku girîngiya wê ya mezin di amadekirina kadroyan de ji bo saziyan pê heye.

Lê der barê merhelya zanîngehê de, pisporê kar û barên perwerdê daxuyand ku meteryalên zanîngehan ji aliyên zanistî û akademîkî ve dewlmend e. Lê nepêkanîna çavdêriyê, hişt ku meteryal tenê di kaxizan de bimîne. Li aliyekî din jî rêveberiya zanîngehan perspektîfên xwe li ser xwendina elektronîk didin, ji ber li gorî wan ew yek li ser xwendekaran sivik e, barê kirîna pirtûk û çapkirina kaxizan sivik dike.

‘DIVÊ LI WELAT GUHARTINA GIŞTÎ NE TENÊ LI SER ASTA XWENDINÊ, LÊ BELÊ LI SER TEVAHÎ ASTAN, ÇÊBIBE’

Pisporê kar û barên perwerdê di dawiya axaftina xwe de got divê guhartineke giştî li welat li ser tevahî astan çêbibe ne tenê li ser asta xwendin. Da ku civaka şareza ya pêşketî dûrî zimanê xwînrijandin û wêrankirinê bê avakirin, ji ber xwendin, dendika yekemîn û girîng di avakirina civakan de ye.

Li aliyekî din jî pandemiya vîrusa Koronayê hişt ku azarên mezin li beşa xwendinê ya li herêmên hikumeta Şamê çêbibe. Lê tedbîrên ku aliyên berpirsê xwendinê ne, ne li gorî asta guncaw bûn, wê jî hişt ku piranî malbat zarokên xwe, ji ber tirsa berbelavbûna vîrusê re, neşîne dibistanê.

Ji bilî wê jî, dibistan azarên kêmbûna piştevanî, nedabînkirina xizmetguzariyên guncaw ji xwendekaran re, mîna ava vexwarinê ya paqij, kehrebe û mazotê, dikişînin.

(fr)

ANHA