Desteya Rûspiyan banga diyalogan bi Rêveberiya Xweser re li Şamê kir

Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li hikumeta Şamê kir ku bi Rêveberiya Xweser re diyalogan pêk bîne, pirsgirêkan bi aqilane çareser bike û nehêle ku aloztir bibin. Desteyê bang li rûspiyên eşîrên Ereb kir ku bi pey fitne û planên hikumeta Şamê yê bi armanca derbekirina aştiya navxweyî nekevin.

Desteya Rûspiyan banga diyalogan bi Rêveberiya Xweser re li Şamê kir
1 sibat, 2021   15:24
QAMIŞLO

Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî êrişên milîsên Dîfaa Wetenî yên girêdayî hikumeta Şamê yên li ser Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Hesekê  û Qamişlo daxuyanî da.

Daxuyanî bi amadebûna endamên desteyê, li pêşiya navenda desteyê ya li bajarê Qamişlo ji aliyê endamê desteyê Elaedîn Şêx Ehmed ve hate xwendin.

Di destpêka daxuyaniyê de bal hat kişandin ser siyasetên hikumeta Şamê yên dûrxistin û paşguhkirinê û wiha hate gotin: "Ji bo girseya gelê me yê Sûriyê bi hemû pêkhateyên wê Kurd, Ereb, Suryan, Kildan, Asur û Tirkumen, ku bi etnîk û olên xwe mûzaîkeke bedew ji welatê me Sûriya re, ligel aloziya Sûriyê, Rêveberiya Xweser dixwaze ku projeya xwe demokratîk bi pêş bixe ku vê mûzaîkê diparêze. Rejîm bi siyaeta xwe ya desthiat a ku guhertinan red dike, bû sedam koçberî, wêranbûn, qetilkirina sûriyan û xetimandina asoyên çareseriyê."

Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku siyasetên Şamê hişt ku rê li pêşiya dagirkirina herêmên berfireh ên welat vebe " Rejîm dev ji parastina serdestiya Sûriyê berda û cografiya Sûriyê ji teror, dagirkerî û destwerdana derve re hişt, tu keramet ji srdestiya Sûriyê nema. Lê pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêveberiya xwe ya xweser ava kir, ku şerê teror û dagirekriya Tirk kir. Her wiha ewlehî, armanî û aştî pêk anî, bi hêvî ye ku ev destkeftî ji tevahî Sûriyê re bibe model."

Desteya Rûspiyan bal kişand ser hewldanên hikumeta Şamê yên derxistina fitneyê di navbera pêkhateyan de û got: "Rejîm a ku bi destilata xwe zor li gelê Sûriyê kir, bi navê parastina gel û welatê Sûriyê xêr û bêra gel talan kir, gel li pêşberî terora navneteweyî ya ku desteka xwe ji Tirkiyê û hin dewletên dên herêmê digire, rû bi rû hişt. Her wiha vê rejîmê, ji bo parastina desthialta xwe, fitne belav kir û bê navber terora dewletê li dijî welatiyên xwe pêk tîne, li aliyekî din tevahî xebatên navneteweyî yên bi armanca çareseriya siyasî li Sûriyê asteng dike. Tevkariya îstixbaratî û leşkerî ya di navbera rejîma Sûriyê û ya Tirkriyê de ya tengavkirin û xeniqandina rêveberiyê ji her kesî re eşkere ye. Her wiha şerê eşkere yên li ser Eyn Îsa yek ji lingên vê lihevkirin û bazarê ye, ku bi rêya wê dewleta Tirk û alavên wê yên terorîst Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin."

Desteya Rûspiyan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di dawiya daxuyaniyê de bang li hikumeta Şamê kir ku aloziyê gûrtir neke û bi Rêveberiya Xweser re diyalogan pêk bîne. Desteyê got: "Ji bo parastina vê destkeftiya niştimanî ya rêveberiya xweser a ku ewlehî, aramî û aştiya navxweyî pêk anîn, ku bi keda zarokên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ku beşdarî QSD`ê bû û herêmê ji terorê û dagirkeriya Tirk parastin, em bang li rejîmê dikin ku bi Rêveberiya Xweser re diyalogan pêk bîne, bi aqilane pirsgirêkan çareser bike û nehêle ku gûrtir bibe û giyanê welatiyan biparêze. Her wiha em bang li eşîrên Ereb dikin ku bi pey fitne û planên îstîxbarata rejîmê û derbekirina aştiya navxweyî nekevin. Di heman demê de em banga yekitiya niştimanî dikin ku ji bo jiyana hevbeş, biratiya gelan û pêkanîna hevgirtinê li hemberî dagirkeriya Tirk pêwîstiyeke."

ANHA