YPG û YPJ`ê bi malbatên şehîdan ên Dirbêsiyê û Zirganê re civiya

YPG û YPJ`ê di civîna malbatên şehîdan de îşaret bi girîngiya parastina destkeftiyên şehîdan kirin û banga xurtkirina têkoşînê kir.

YPG û YPJ`ê bi malbatên şehîdan ên Dirbêsiyê û Zirganê re civiya
YPG û YPJ`ê bi malbatên şehîdan ên Dirbêsiyê û Zirganê re civiya
YPG û YPJ`ê bi malbatên şehîdan ên Dirbêsiyê û Zirganê re civiya
1 sibat, 2021   15:32
HESEKÊ

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi malbatên şehîdan ên Dirbêsiyê û Zirganê re civiyan.

Civîn li yarîgeha navçeya Dirbêsiyê bi beşdarbûna derdora 220 malbatên şehîdan hate lidarxistin.

Yarîgeh bi wêneyên şehîdan, wêneyên rêber Abullah Ocalan, alên YPG, YPJ û QSD`ê hate xemilandin.

Civîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Ji fermandarên YPJ`ê Evîndar Denîz axivî û bixêrhatina dayik û bavên şehîdan kir û wiha axaftina xwe dewam kir: "Ev meh meha salvegera şehîd Viyan Soran e, hemû destkeftiyên ku li herêmên me hatine bidestxistin, berhemên keda şehîdan e."

Evîndar Denîz banga parastina desteftiyên şehîdan, xurtkirina têkoşînê û şopandina rêya şehîdan kir. Her wiha destnîşan kir ku pêwîste gelên herêmê xwe nespêrin hêzên derve û rêgeza xweparastinê xurt bikin.

Evîndar Denîz got, sedema êrişên li dijî gelê Kurd ew e ku Kurd li ser asta cîhanê tecrûbeyeke demokratîk li herêmên xwe pêk tînin û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Nekarîn destkeftiyên gelê Kurd bi hêzê û şerê taybet têk bibin, ji lew ra dixwazin Rojava ji hemû aliyan dorpêç bikin, lê tu kes nikare gelekî ku li ser bingeha fikir û felsefeyeke demokratîk dimeşe têk bibe û dê serkeftin para vî gelî be."

Di dawiyê de Koma Şehîd Zîlan stran pêşkêş kirin.

(eh)

ANHA