HPC: Em ê destkeftiyên şoreşê biparêzin

Bi hezaran endamên HPC'ê yên kantona Qamişlo bi meşekê tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan û gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê şeremzar kirin. Her wiha gotin: "Em ê destkeftiyên şoreşa Rojava biparêzin."

HPC: Em ê destkeftiyên şoreşê biparêzin
1 sibat, 2021   15:21
QAMIŞLO

Li dijî tecrîda li ser rêbera Abdullah Ocalan û gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi dehhezaran endamên Hêzên Parastina Civakî (HPC) yên Amûdê, Qamişlo, Tirbespiyê, Çilaxa, Rimêlan, Dêrik û Girkê Legê meşek li dar xist.

Meş ji deriyê ketina bajarê Dêrikê yê rojava ber bi taxên bajarê Dêrikê ve dest pê kir. Bi hezaran şêniyên Dêrikê ji bo pêşwazîkirina meşvanan, li deriyê ketina bajar kom bûn.

Meş li kolanên sereke geriyan û heta Garaca Navendî ya bajarê bi dirêjehiya 3 kîlometreyan dewam kir.

Di meşê de diruşmeyên silavkirina berxwedana rêber Abdullah Ocalan, şermezarkirina gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê hatin avêtin, her wiha wêneyên rêber Abdullah Ocalan û alên HPC'ê hatin hildan.

Meş li Garaca navendî ya Dêrikê rawestiya û  veguherî mîtîngê. Hevseroka Meclisa Herêma Dêrikê û endama HPC'ê Zelfa Bidûr axivî, bal  kişand ser berxwedana HPC'ê ya li dijî gefên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybet bajarê Dêrikê.

Zelfa destnîşan kir ku bêdengiya hikumeta Iraqê û hikumeta Başûrê Kurdistanê der barê planên dewleta Tirk ên dagirker de nîşana lihevkirina wan bi dagirkeriya Tirk re ye. Her wiha bang li van her du aliyan kirin ku li hemberî gefên dewleta Tirk ên li ser Şengalê helwesta xwe zelal bikin.

Zelfa tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û bang li Komîteya Pêşîlêgirtinê Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) kir ku helwesta xwe der barê tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan nîşan bide û zext li dewleta Tirk bike da ku tecrîdê bi dawî bike.

Zelfa Bidûr di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilata Sûriyê dê nirxên şoreşê û destkeftiyên ku gelên herêmê di saya keda şehîdan de bi dest xistine, biparêzin.

Mîtîng bi tilîliyên dayikan û diruşmeyên banga azadiya rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/cTjr4-oB64c" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>