Şêniyên gundê Memît: Em ê li hember êrişan li ber xwe bidin

Şêniyên gundê Memît ê girêdayî Kobanê, êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û piştrast kir ku li hember hemû êrişan dê li ber xwe bidin.

Şêniyên gundê Memît: Em ê li hember êrişan li ber xwe bidin
24 ÇILE, 2021   12:31
KOBANÊ

Droneke artêşa dewleta Tirk di 22'yê Çileyê de malek li ser rêya gundê Memît ê başûrê Kobanê bombebaran kir û di encamê de sivîlek birîndar bû.

Şêniyên gund êrişên dewleta Tirk şermezar kirin.

Saliha Elî ya ku mala wê li kêleka wê malê ku hatiye bombebarankirin, got: "Ez û zarokên xwe di xew de bûn, balafirê mala cîranên me bombebaran kir û di encamê de camên şikestî bi ser me de hatin."

‘HÊZ DI YEKITÎ Û BERXWEDANÊ DE YE’

Welatiyê bi navê Omer Elûş êrişên dewleta Tirk şermezar kirin û got: “Armanca dewleta Tirk ew e ku tirsê di nav sivîlan de çêke, wan ji malan koçber bike û destkeftiyên gelê Rojava têk bibe."

Omer diyar kir ku dewleta Tirk gelê Kurd dike hedef, ji ber ku ji berxwedana gelê Kurd  ditirse.

Omer Elûş di dawiya axaftina xwe de bang li şêniyan kir ku li hember dagirkeriya Tirk li ber xwe bidin û wiha domand: “Dema ku gel bibe yek û li hember dagirkeriyê li ber xwe bide, kes nikare wî têk bibe.”

Idrîs Xilo ji şêniyên gundê Memît, êrişên dewleta Tirk ên li dijî wan şermezar kirin û diyar kir ku dewleta Tirk ji berê de dijmantiya Kurdan dike.

‘HETA DAWIYÊ BERXWEDAN’

Welatiya bi navê Hinde Hebeş jî wiha got: "Her ku dewleta Tirk êrişî deverekê ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, sivîlan dike hedef û zirarê digihîne mal û milkên me."

Hebeş êrişên dewleta Tirk bi êrişên hovane û li dijî mirovahiyê bi nav kirin û destnîşan kir ku dewleta Tirk hewl dide sivîlan ji malên wan koçber bike û got: "Em şêniyên bajarê Kobanê ji mal û herêmê xwe dernakevin, em bi axa xwe ve girêdayî ne û em dê heta dawiyê li ber xwe bidin.”

(dm)

ANHA