Dewleta Tirk a dagirker sewqiyat ber bi “herêmên bêçek" ve şandin

Artêşa dewleta Tirk a dagirker kerwaneke nû ji hêzên leşkerî derbasî “herêmên bêçek” ên xaka Sûriyê kir. Hêzên hikumeta Şamê baregehên çeteyên dewleta Tirk ên li gundewarên Idlibê topbaran kirin.

Dewleta Tirk a dagirker sewqiyat ber bi “herêmên bêçek" ve şandin
24 ÇILE, 2021   10:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk sewqiyatên leşkerî ber bi herêmê ve didomîne. Şeva şemiyê 25 wesayîtên leşkerî di dergeha sînorê Kefer Losîn re ber bi noqteyên çiyayê El-Zawiye yê Idlibê ve hatin şandin.

Ji aliyekî din ve jî, Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku hêzên hikumeta Şamê şeva şemiyê herêmên El-Ftîre, Sifohîn, Kensefra, Filêfil û derdora Benîn a gundewarên başûrê Idlibê, her wiha derdora Qilêdîn û El-Etkawî ya Sehil El-Xab a gundewarên bakurê rojavayê Hemayê, topbaran kirin.

(dx)