Nivîsgeha Parastina Zarokan li Minbicê zarokek radestî malbata wî kir

Nivîsgeha Parastina Zarokan a Minbicê di çarçoveya hewldanên pêşîlêgirtina leşkerkirina zarokan de, îro zarokê bi navê Îsa Derwîş li malbatê vegerand.

Nivîsgeha Parastina Zarokan li Minbicê zarokek radestî malbata wî kir
24 ÇILE, 2021   13:36
MINBIC

Mistefa Derwîş bavê Îsa Derwîş, diyar kir ku berî hefteyekê çûye nivîsgehê û ji wan xwestiye ku zarokê wî vegerînin malê û li gorî wê kurê wî radestî

malbatê kirine.

Hevserokê Nivîsgeha Parastina Zarokan Omer Seîd piştrast kir ku nivîsgehê Îsa Derwîş radestî malbata wî kir û ji ber ku biçûk e, ji leşkeriyê dûr xist. Omer Seîd da zanîn ku nivîsgehê di 10'ê Çileyê de daxwaza malbatê wergirt û di 24'ê çileyê de zarok Îsa Derwîş radestî malbatê kir.

Li gorî Seîd heta niha nivîsgehê 6 zarok ji refên hêzên leşkerî li malbatên wan vegerandine.

Nivîsgeha Parastina Zarokan di 20'ê Mijdara sala borî de li Minbicê li gorî li hevkirina Hêzên Sûriya Demokratîk û Neteweyên Yekbûyî, di 29'ê Hezîrana sala borî de hate vekirin.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/VXkBW4TtGos" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>