Rêveberiya Xweser destpêkirina projeya kişandina ava Firatê ragihand

Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê ragihand ku dest bi projeya kişandina ava Firatê, li şûna stasyona Elokê ya li Hesekê kiriye. Ji ber dewleta Tirk a dagirker û çeteyên stasyona Elokê kontrol dikin. Lêçûna projeyê jî milyonek û nîv milyon dolar e.

Rêveberiya Xweser destpêkirina projeya kişandina ava Firatê ragihand
14 ÇILE, 2021   15:20
HESEKÊ

Hevserokê Meclisa Rêveber a herêma Cizîrê Telet Yûnis di civîneke çapemeniyê ya li stasyona Elwe de ku 10 kîlometre li başûrê Şedadê ye, ragihand ku dest bi projeya kişandina ava Firatê hatiye kirin.

Yûnis wiha got: "Di encama kontrolkirina dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser stasyona Elokê ya li Serêkaniyê û qutkirina avê li ser zêdetirî milyonek şênî de, şêniyên Hesekê, gundewarên wê û gundewarên Til Temirê azaran dikişînin. Ji lew re Rêveberiya Xweser çareyên atlernatîf ên dabînkirina avê ji şêniyên herêmê re pêk anîn. Ji wan çareyan jî, projeya kişandina ava Firatê bi rêya stasyona Sor ber bi Hesekê ve ye."

Yûnis da zanîn ku Desteya Rêveberiya Herêmî ya Meclisa Rêveber a herêma Cizîrê bi hevkariya bi bernameya Firatê re, vê projeyê bi rê ve dibe.

Yûnis wiha domand: "Dê ev proje li ser gelek merheleyan bi rêya sererastkirin, restorakirina stasyona 47’an, stasyona Elwe û sererastkirina torên avê pêk were. Ji wê zêdetir jî dê projeya dayîna kehrbeyê ji stasyonan re pêk were."

Yûnis diyar kir ku projeyê dest bi sererastkirina stasyonan kiriye, da ku evê bigihîne stasyona Ezîziyê ya li Hesekê. Ji ber ev stasyon û torên avê di dema serweriya DAIŞ’ê de hatin talankirin û xerabkirin.

Di berdewam axaftina xwe de Yûnis bi lêv kir ku dê wek merheleya destpêkê av bigihîne stasyona Ezîziyê, piştre projeyên dîtir bi rêya sererastkirina stasyona Ezîziyê, stasyona Şedadê û stasyonên dîtir ên li gundewarên Hesekê werin sererastkirin û wiha pê de çû: "Seretastkirina stasyonan, merheleya duyemîn e ku ava vexwarinê bigihîne tevahî şêniyan, ji herêmên gundewarên bakurê Dêrazorê heta bi Hesekê."

Yûnis di dawiyê de eşkere kir ku ev proje avê ji sedî 20 ji Hesekê re dabîn dike, lêçûna wê jî milyonek û nîv milyon dolar e. Tê payîn ku proje dawiya Azadra îsal temam bibe.

Ji bo destpêkirina xebata di projeyê de, gelek tedbîrên guncaw hatine girtin, ji amadekirina komên pîşeyî û komên xebatê ji pişesaz, endarzyar û karkeran. Her wiha di destpêka vê Çileyê de dest bi xebata projeyê ya medanî hat kirin.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/7MdMDLXHVLI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>