Beşdarên çalakiya li Qamişloyê: Em ê piştevaniya berxwedana greva birçîbûnê bikin

Beşdarên çalakiya bi kon a li Qamişloyê destnîşan kirin ku ew ê xwedîderketina li berxwedana zindanan bidomînin û dê heta rakirina tecrîda girankirî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan têbikoşin.

Beşdarên çalakiya li Qamişloyê: Em ê piştevaniya berxwedana greva birçîbûnê bikin
Beşdarên çalakiya li Qamişloyê: Em ê piştevaniya berxwedana greva birçîbûnê bikin
Beşdarên çalakiya li Qamişloyê: Em ê piştevaniya berxwedana greva birçîbûnê bikin
Beşdarên çalakiya li Qamişloyê: Em ê piştevaniya berxwedana greva birçîbûnê bikin
Beşdarên çalakiya li Qamişloyê: Em ê piştevaniya berxwedana greva birçîbûnê bikin
Beşdarên çalakiya li Qamişloyê: Em ê piştevaniya berxwedana greva birçîbûnê bikin
14 ÇILE, 2021   15:52
QAMIŞLO

Çalakiyên konvedanê ya ku Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Cizîrê li dar xistine, di roja 3’yan de berdewam in.  Çalakî ji bo piştgiriya girtiyên siyasî yên di girtîgehên dewleta Tirk ku ji 27’ê Mijdara derbasbûyî ve dest bi greva birçîbûnê,  ji bo rakirina tecrîda li dijê rêber Ocalan kiriye, pêk hat.

Di roja 3’yan a çalakiyê, bi dehan şêniyên navçeya rojhilat a Qamişlo, gelek ji saziyên sivîl serdanê konê çalakiyê yê ku li parka li hember avahiya komseriya NY’yê ya li Qamişlo hate vedan, kir.

Beşdaran diruşmên banga azadiya rêber Ocalan, şermezarkirina sûcên dewleta Tirk ên li dijî girtiyên siyasî û diruşmên bilindkirina asta têkoşîn û piştevaniya çalakgerên greva birçîbûnê bezr kirin û wêneyên rêber Ocalan û sembolên Kurd hildan.

Di bin konê çalakiyê de, hevserokê Partiya Yekitiya Demokrat (PYD) ya Qamişlo Mesûd Dawûd axivî û diyar kir ku armanca wan ji çalakiyê ew e ku asta têkoşînê li hember dijmin bilind bikin û wiha got: "Em ê têkoşînê li hember dijminê ku bi her şêweyî dixwaze roja me tarî bike û dengê vîna me qut bike, bilind bikin."

Dawûd wiha domand: "Em ê xeta berxwedanê bidomînin heta digihînin armancên xwe yên rakirina tecrîda li dijî rêber Ocalan û girtiyên siyasî yên di grevên birçîbûnê de ne, bimeşin."

Piştî wê beşdar ber bi avahiya NY’yê ya Kar û Barên Koçberan a li Qamişlo ve meşîn. Bi wê re endamê Rêveber ê Meclisa Qamişlo Abdulkerîm Abdurehman daxuyaniyek da. Abdurehman bi rêya daxuyaniyê bang li civaka navneteweyî û rêxistinên hiqûqî kir ku helwestên tund der barê sûcên dewleta Tirk ên li dijî rêber Ocalan û girtiyên siyasî de bigirin.

Tê payîn ku, Desteya Aborî ya kantona Qamişlo û Komîteya Aboriya Jinan a Bakur û  Rojhilatê Sûriyê beşdarî çalakiya êvarê bibin.

(fr)

ANHA