​​​​​​​Komîteya Lihevanînê du malbat li hev anîn

Komîteya Lihevanînê ya bajar û gundewarê Minbicê, bi hevkariya rûspiyên eşîrên Kurd û ereban ên Reqayê, Kobanê û Tebqayê du malbat li hev anîn. Nakokiya herdu malbatan 4 mehan dewam kir.

​​​​​​​Komîteya Lihevanînê du malbat li hev anîn
​​​​​​​Komîteya Lihevanînê du malbat li hev anîn
​​​​​​​Komîteya Lihevanînê du malbat li hev anîn
​​​​​​​Komîteya Lihevanînê du malbat li hev anîn
​​​​​​​Komîteya Lihevanînê du malbat li hev anîn
​​​​​​​Komîteya Lihevanînê du malbat li hev anîn
24 kanûn, 2020   17:20
MINBIC

Beriya 4 mehan di navbera malbata Fewaz El-Berşat û Ehmed El-Reşo de şer derketibû, di encamê de yek ji malbata Ehmed El-Reşo hate kuştin.

Bi armanca parastina aştiya civakê Komîteya Lihevanînê ya bajarê Minbicê destwerdan kir, da ku dozê çareser bike.

Piştî kar û xebata ku bi mehan dirêj kir, îro bi beşdarbûna her du malbatan, bi dehan şêx, rûspiyên eşîrên Kurd û Ereb ên Minbicê, Kobanê, Reqa û Tebqayê û fermandarên QSD`ê merasîmê lihevanînê li dibistana Xesaniyê ya rojhilê bajêr hate lidarxistin.

Di merasîmê lihevanînê de, li ser Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê Hevserokê Meclisa Qanûnsaz Mihemed Elî El-Ebû axivî û got:"Rêveberiya Sivîl, şêx û rûspiyên bajarê Minbicê ji destpêka nakokiya her du malbatan de hewldana çareserkirinê dikir, da ku ji wiha mezintir nebe û malbat kuştinê kurê xwe ranakin."

Merasîma lihevanînê bi sozdayîna her du malbatan ji hev hezkirinê re bi dawî bû.

(eh)

ANHA