​​​​​​​Kuçeyên Qamişlo ji bo cejna sersalê hatin xemilandin

Sala 2020’an ber bi dawiyê ve diçe û ji bo pêşwazîkirina sala nû, xiristiyanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest bi xemilandina kolanên sereke û şaxî yên Qamişlo kirin.

​​​​​​​Kuçeyên Qamişlo ji bo cejna sersalê hatin xemilandin
​​​​​​​Kuçeyên Qamişlo ji bo cejna sersalê hatin xemilandin
​​​​​​​Kuçeyên Qamişlo ji bo cejna sersalê hatin xemilandin
​​​​​​​Kuçeyên Qamişlo ji bo cejna sersalê hatin xemilandin
​​​​​​​Kuçeyên Qamişlo ji bo cejna sersalê hatin xemilandin
​​​​​​​Kuçeyên Qamişlo ji bo cejna sersalê hatin xemilandin
​​​​​​​Kuçeyên Qamişlo ji bo cejna sersalê hatin xemilandin
​​​​​​​Kuçeyên Qamişlo ji bo cejna sersalê hatin xemilandin
​​​​​​​Kuçeyên Qamişlo ji bo cejna sersalê hatin xemilandin
24 kanûn, 2020   17:22
QAMIŞLO-HÊLÎN ABDULLAH

25’ê Kanûna her salê, li gorî rêznameya rojavayî, cejna mîlada Mesîh e. Ew cejn jî, piştî cejna Paskalayê, ya duyemîn e.

Ji bo pêşwazîkirina cejna mîladê û dawiya 2020’an, kolanên Qamişlo vegerîn tabloyên hunerî yên şewqê.

Cejna mîlada Mesîh, şeva 24’ê û sibeha 25’ê Kanûnê dest pê dike. Ew roj, rojên beriya mîlada Mesîh e. Bi wê re xiristiyan pîrozahiyên cejnê ji xwarinên taybet, kirîna dara cejnê ku sembola jiyanê ye û çêkirina şikeftê mîna şikefta ku tê de Mesîh hatiye dinyayê, amade dikin.

Ji wê zêdetir jî xiristiyan şahiyên şevê li taxên bajêr û perwerdeya li ser baweriyên taybet ên cejnê li dar dixin. Xiristiyan cejna mîlada Mesîh mîna roja dilpakî û rizgarkirina ji tevahî hestên neyênî dibînin.

Girêdayî amadekariyên cejnê, Kerem Qewas ê ji pêkhateya Suryan a li Qamişlo wiha got: "Em gelek amadekariyan beriya rojên cejnê pêk tînin. Dara mîladê dixemilînin û şikefta ku nîşaneya cih û jidayikbûna Mesîh e, çêdikin."

 ‘CEJNA ÎSAL JI YÊN BERÊ CUDATIR E’

Kerem da zanîn ku cejna îsal ji cejnên berê cudatir e. Ji ber di cejnên berê de êrişên bênavber li dijî herêmê hebûn û rewşa aborî tevlihev bû.

Li aliyekî din jî Sûad Tosî eşkere kir ku titşa ku cejna mîladê ji yên din cudatir dike, kêfxweşî û jiyana nû ye.

(fr)

ANHA