Li Reqayê çalakiyên li dijî êrişên dagirkeriyê

Li Reqayê jî bi du çalakiyan êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Eyn Îsayê hatin şermezarkirin

Li Reqayê çalakiyên li dijî êrişên dagirkeriyê
Li Reqayê çalakiyên li dijî êrişên dagirkeriyê
Li Reqayê çalakiyên li dijî êrişên dagirkeriyê
Li Reqayê çalakiyên li dijî êrişên dagirkeriyê
24 kanûn, 2020   17:00
REQA

Bi dehan endamên Meclisa Giştî ya Reqa, Rêveberiya Jinan a Reqayê û endamên meclisên gel ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser navçeya Eyn Îsayê li çerxeriya Neîm kom bûn.

Di kombûnê de û diruşmên silavkirina berxwedana şervanên QSD’ê hatin berzkirin û pankartên "Na ji dagirkeriya Tirk re, Jinên Reqa serî ji bo jinên Efrînê hil din, civaka navneteweyî li hember Erdoganê dîktator li ku ye"  hatin hildan.

Hevserokê meclisê Luey Îsa daxuyaniyek xwend, tê de êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwend û wiha tê de hate gotin:

"Bi derbasbûna salekê di ser dagirkirina dewleta Tirk a Girê Spî û Serêkaniyê re, îro careke din hewl dide bi derbekirina ewlehî û aramiya li navçeya Eyn Îsayê projeya xwe û xewna Osmanî temam bike. Ew êriş bi armanca qutkirina têkiliya di navbera herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Ji ber Eyn Îsa herêmeke stratejî ye û tevahî bakurê Sûriyê bi hev ve girê dide.

Bi her dagirkeriyekê re, dewleta Tirk siyasete tirkkirinê, îmhakirina çanda herêmê, revandina jinan û tecawîzkirina wê li pêş çavên civaka navneteweyî pêk tê.

Bi wê re em piştgiriya xwe ji QSD’ê re nîşan didin, ji ber wê rêxistina DAIŞ’ê têk bir û tîrêjê roja azadiyê û ewlehî ji gelên bindest re vegerand. Her wiha piştrast dikin ku Rûsyaya garantor di helwestên xwe yên li hember sûcên dewleta Tirk ên li herêmê, ne cidî ye. Li aliyekî din jî divê gelê Tirk li hember siyaseta hikumeta Erdoganê faşîst derkeve ku destwerdanê li ewehiya Sûriyê neke.

Helwestên hikumeta Şamê ya ku idîa dike ku ew hikumeteke serweriya wê ya rawa heye, li hember van êrişan şermînî ne. Bang li gelê Sûriyê dikin ku bi zanebûn bixebitin, da ku ji vê aloziyê bi çareyên aştiyane li gorî tevahî aliyan derkevin û xewnên komplogeran têk bibin."

Têkildarî mijarê, Meclisa Gel a herêma Selhebiyê ya rojavayê bajêr bi beşdarbûna bi dehan şêniyan civîneke li ser pêşdeçûnên siyasî yên herêmê li dar xist.

Di civînê de cîgirê hevserokartiya Meclisa Sivîl a Reqayê Hesen Mistefa li ser geşedanên siyasî û leşkerî yên li herêmê axivî. Mistefa bi kurtî behsa rewşa herêmê piştî dagirkeriyê kir û da zanîn ku li herêmê Şerê Cîhanê ya Sêyemîn rû dide.

Mistefa wiha domand: "Em di şerê 8 salan dom kiriye de, têk naçin. Ji ber biratiya gelan a li hemberê çêbûye, dê ala serkeftinê hilda. Me şoreşeke rasteqîn û tecrûbeyeke demokratî li herêmê sepand ku mafên hemû pêkhateyan tê de mîsoger eû hemû di rêvebirinê de cih digirin."

Mistefa wiha bi dawî kir: "Dewleta Tirk a dagirker hewl dide herêmên dîtir dagir bike.  Lê belê ev yek pêk nayê û em li hember van siyasetan tê dikoşin û li ber xwe didin."

 (fr)

ANHA