Şêniyên Til Koçer li dijî êrişên li ser Eyn Îsayê meşiyan

Bi sedan şêniyên navçeya Til Koçerê bi meşekê êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Eyn Îsayê û bêdengiya li hemberî êrişan şermezar kirin.

Şêniyên Til Koçer li dijî êrişên li ser Eyn Îsayê meşiyan
Şêniyên Til Koçer li dijî êrişên li ser Eyn Îsayê meşiyan
Şêniyên Til Koçer li dijî êrişên li ser Eyn Îsayê meşiyan
Şêniyên Til Koçer li dijî êrişên li ser Eyn Îsayê meşiyan
24 kanûn, 2020   16:25
QAMIŞLO

Xwepêşandêr ji pêşiya dibistana Şewaf a navçeya Til Koçber ber bi kolanên sereke ve çûn, sloganên silavkirina ji berxwedana Eyn Îsayê berz kirin û pankartinên "Bijî berxwedana Eyn Îsayê" rakirin.

Xwepêşandêr li pêşiya Şaredariya Gel a navçeyê rawestiyan û li ser giyanê şehîdan deqeyeke rêz girtin. Paşê Hevserokê Meclisa Navçeya Til Koçerê Newaf El-Xedan axivî û got:"Dewleta Tirk dixwaze ewlehî û aramiya Bakurê Sûriyê têk bibe, isbata vê yekê jî şer û qetilkirina sivîlên li Eyn Îsayê ye. Jixwe li hemberî van sûcên civaka navneteweyî bê deng e, lewra me yan hebûn an jî tunebûn daye ber çavên xwe. Pêwîstiya vê yekê jî bi yekitiyê heye û berpirsyariya berxwedana li dijî êrişan dikeve ser milên me hemûyan."

Piştre, endama Kongreya Star a Til Koçberê Emel Celûd êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li dijî herêmê bi giştî û Eyn Îsayê bi taybet şermezar kirin û got: "Sûcên li dijî sivîlan pêk tên sûcên dermirovî û exlaqî ne."

Di dawiyê de sloganên"Bijî berxwedana Eyn Îsayê û na ji êrişên hovane re" hatin berzkirin.

(eh)

ANHA