Nivîsgeha Parastina Zarokan du zarokên din radestî malbatên wan kirin

Nivîsgeha Parastina Zarokan a bajarê Hesekê du zarokên din radestî malbatên wan kirin.

Nivîsgeha Parastina Zarokan du zarokên din radestî malbatên wan kirin
24 kanûn, 2020   16:16
HESEKÊ

Destpêka Cotmeha îsal Rêveberiya Xweseriya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 9 Nivîsgehên Parastina Zarokan li herêmên rêveberiyê vekirin.

Karê nivsgehan wergirtina giliyên şêniyên û rêxistinên hikumî yên girêdayî zarokan e, gilî li nivîsgeha navendî tên komkirin û radestî QSD`ê têne kirin da ku lêpirsînê bikin û çareser bikin.

Di vê çarçoveyê de QSD`ê zarokên temen biçûk radestî Nivîsgeha Parastina Zarokan a li bajarê Hesekê kir û wan jî radestî malbatên wan kirin.

Hevserokatiya Nivîsgeha Parastina Zarokan di dema Şerê Çekdarî de ya li Hesekê Xalid Cebir û Merwa El-Ebdullah beşdarî radestkirina zarokan bûn.

Navên zarokan wiha ne (A.E) ji taxa Ezîziyê ya Hesekê ye û 15 salî ye û (M.M) ji taxa Mişêrfê ye û 14 salî ye.

Hêjayî bibîrxistinê ku heta niha nivîsgehê deh zarokên ji Hesekê radestî malbatên wan kirine.

(eh)

ANHA