3 saetan li ser rêya tirsê ya M4

"Em dizanin ku rê pir xeternak e, bi hêzên Rûsyayê yên bi me re ne bawer in, lê em neçar in. Ji ber ku bi me re nexweş hene û azarên rêyên dirêj tehemûl nakin. Di her carê de ku bi aştî di rêya M4’ê re derbas dibin, em dibêjin me dest bi jiyaneke nû kir."

3 saetan li ser rêya tirsê ya M4
3 saetan li ser rêya tirsê ya M4
3 saetan li ser rêya tirsê ya M4
3 saetan li ser rêya tirsê ya M4
3 saetan li ser rêya tirsê ya M4
21 kanûn, 2020   09:02
NAVENDA NÛÇEYAN-ŞERVÎN MISTEFA

Dîmeneke rojane ji bilî înê dubare dibe ku bi dehan rêwiyên ji herêma Firatê, Reqa, Tebqa û Minbicê di sibeha zû de li rawestgeha Eyn Îsa ya li sêgoşeya Eyn Îsa, Til Temir-Eyn Îsa-Kobanê ye, kom dibin. Li gel wan jî erebeyên taybet an jî kirê hene, da ku berê xwe bidin herêma Cizîrê.

Saet di 07:30’ê sibehê de, malbateke ji Kobanê li rawestgehê sekinîbû ku dixwast berê xwe bide bajarê Qamişlo yê herêma Cizîrê.

Malbat ji mêr (40), hevjîna wî ya ku nexweşiya dîsk pêre hebû, keça wî ya ku hatiye alîkariya dayika xwe bike û zarokê (10), pêk tê.

Malbatê erebeya ji cureya Van bi pereyekî pir kirê kir, da ku biçe Qamişloyê. Li rawestgehê jî nêzî 40 erebeyên dîtir kom bûne, da ku biçin Til Temirê.

Ji dema êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî Serêkaniyê û Girê Spî yên di 9’ê Cotmeha 2019’an û dagirkirina wê ji parçeyên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê de yên li nêzî rêya M4’ê, rêya M4 ya di navbera Til Temir û Eyn Îsayê de li pêş çûn û hatinê hat qutkirin.

Ji ber êrişên çeteyên dewleta Tirk li dijî erebeyên li ser rêya M4, rê hat qutkirin. Lê belê di vê dawiyê de Rûsya hewl da ji nû ve rê veke, da ku rêwiyên rojane ji Eyn Îsa ber bi Til Temirê ve biçin û bên û ev yek jî tevî panzêrên Rûsyayê pêk tên. Da ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî kerwanê sivîlan neke.

Tevî ku 3 erebeyên Rûsyayê bi sivîlan re li ser rêya M4 in, lê şênî piştrast dikin ku ew tirs hîna jî heye. Ji ber artêşa Tirk a dagirker û çeteyên êrişî erebeyan dikin û tiştên li gel ajokaran ji pereyan didizin.

Piştî demekê 3 erebeyên Rûsyayê hatin, da ku bi karwanê re biçin, erebeyek li pêş bi cih bûn û ya duyemîn jî li dawiyê, lê ya sêyemîn di nava karwanê de bû.

Karwana rêwiyan saet di 09:00’an sibehê bi rê ket. Di rewşên normal de, çûna ji Eyn Îsa ya ber bi Til Temirê ve saetek û nîv dirêj dike, lê bi vê rewşê wê wê dirêjbûna rê 3 saetan dewam bike.

Ev ne rêwîtiya yekemîn a malbatê li ser vê rêyê ye. Dayik ji ber nexweşiya dîsk û nikare tev bigere, di kursiya dawîn a "van"ê de ye.

Tirs li ser rûyê dayik, bav û keçê ji dema birêketina karwanê de eşkere bû. Lê piştî deh deqeyan em ji navçeya Eyn Îsa bi dûrketin, wan nuqteyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û hin nuqteyên hêzên hikumeta Şamê derbas kirin.

Dema ew nêzî baregehê bûn, dayikê lava kirin, da ku rê bêyî tu karesatan temam bibe. Her ku em ji baregehê ve nêz dibûn, dengê dayikê bilindtir dibû û lava dikirin, da ku wa ji êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rizgar bibin.

Lê zarokê biçûk her tim pirs dikir û ji bavê xwe re wiha got: "Gelo DAIŞ’ê li vir e?Gelo dê bi rastî êrişî me bikin û dê rê li ser me bibirin, em ê çi bikin, dema erebe xirab bû? Ji bil wê hin pirsên din dikirin, ew jî ji ber bihîstina wê ya qutkirina rê û êrişkirina sivîlan ji hêla artêşa Tirk ve.

Di navbera Eyn Îsa û Til Temirê de nêzî 140 kîlo metreyî ye, ev rê herêmên QSD’ê û hikumeta Şamê ji herêmên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir kirin, qut dike.

Sivîl vê rê bi rêya çarenûsa nediyar binav dikin. Kî di vê rêyê re derbas bibe, nizan dê bigihîne cihê xwe yan jî dê rastî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê were, dê li ser rê were kuştin an jî dê pere û tiştên wan were dizîn.

Rê ji erebeyên çûn û hatinê re vala bû, tu kes tê re derbas nabe. Baregehên artêşa Tirk a dagirker bi kîlo metreyekî ji rê ve dûr e û li pişt satiran jî çekên artêşa Tirk û çeteyên wê veşartîne.

Li nêzî rêya ku diçe Girê Spî dibistanek bi kîlometreyekê ji rê ve dûr heye. Lê belê artêşa Tirk a dagirker ji xwe re kiriye baregeheke leşkerî û bi wê re qanûnên navneteweyî bi pê dike. Ev baregeh a mezintirîn li herêmê ye.

Şênî di baregehên dewleta Tirk de xeteriya li ser jiyana xwe dibînin. Ji ber ev baregeh li gorî şêniyan erebeyên diçin û tên ên li ser rê armanc dikin.

Ajokarê erebeyê bi bîr xist ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker tiştên ji  erebeyeke veguhastinê ya ku ji Cizîrê ve dihat, dizîn. Tevî ku erebeyên Rûsyayê di nava karawana rêwîtiyê de jî hebû.

Ajokar destnîşan kir ku erebe di rê de xirab bû, lê erebeyên Rûsyayê girîngî neda vê yekê, rêya xwe berdewam kirin û li pişt xwe hiştin. Bi wê re jî çeteyên dewleta Tirk tiştên di erebeyê de dizîn.

Ajokar da zanîn ku di erebeyê de madeyên bazirganiyê hebûn, jê şekir bi 17 hezar dolar bû û çeteyan dizî, her wiha jî pereyên li gel ajokar jî hatin dizîn.

Mîna van bûyeran bê navber di nava karwanên de li ser rêya M4 tevî ku erebeyên Rûsyayê jî pê re hene, dûbare dibin. Hin ajokarên dîtir diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk ji ajokarên di ser vê rêyê de derbas dibin dizînê dikin. Lê belê erebeyên Rûsyayê yên bi karwanên rêwîtiyê re destwerdanê nakin û çeteyan nasekinîn.

Malbata ku ez pê re bûm wiha got: "Diyar e ku Rûsya bi van tevgeran bi mebest dixwazin şêniyan bitirsînin. Lê hinan jî pirsa sedema qelisbûna tevgera erebeyan di dema gihaştina ber nuqteyên dewleta Tirk de, kir."

Piştî rêwîtiya 3 saetan li ser rêya M4 ya di navbera Eyn Îsa û Til Temirê de û lavayên rêwîtiyan, em gihaştin Til Temirê.

Rêya M4 di 1950’î de hat çêkirin. Lê di 1980’î de ev rê bû navgîhna di navbera Tirkiyê, Iraq, Sûriyê û peravên Deryaya Spî de. Rêya M4 ji sînorê Iraqê ve dest pê dike, anku ji bajarokê Til Koçerê û di Qamişlo re derbas dibe, piştre diçe Til Temirê û Eyn Îsa, dûvre diçe Minbic û Helebê, li dawiyê li Idlibê bi rêya M5 ve dibe yek.

(fr)

ANHA