Şêniyên Şengalê di roj 20`an de çalakiya xwe didomînin

Çalakiya ku şêniyên Şengalê ji bo piştgiriya asayîşa Êzidxanê dabûn destpêkirin di roja 20`an de didome.

Şêniyên Şengalê di roj 20`an de çalakiya xwe didomînin
21 kanûn, 2020   08:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêniyên Şengalê di çarçoveya çalakiyên dijî peymana Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê de, bi armanca piştgirîdayîna Asayîşa Êzidxanê, li pêşiya avahiya Navenda Asayîşa Şengalê kon vedane.

Çalakiya ku bi dirûşmeya “Em Hemû Asayîş in” hatiye destpêkirin di roja xwe ya 20’an de didome .

Şêniyên Şengalê kom bi kom serdana konê çalakiyê dikin û piştgiriya xwe ya ji bo çalakgeran nîşand didin.

Civaka Êzidî heya niha gelek caran daxwazên xwe pêşkêşî hikumeta Iraqê kirine, lê heya niha rayedarên Iraqê bersivek erênî nedane. Ji ber vê yekê civaka Êzidî diyar dike ku heta daxwazên wan pêk neyên ew ê çalakiyên xwe dewam bikin.

Endama Tevgera jinên Ciwan Xezal Xeyro têkildarî çalakiya destekdayîna Asayişa Êzidxanê got: “Em wek ciwan nêzî 20 rojin bê navber li ber konê berxwedana asayişa xwe nobetê digrin. Ji ber ku Asayişa me hebûna me ye. Berî fermanê kesên ku em diparastin ne zarokên Êzidxanê bûn, ji bo dem ku ferman anîn serê me, em di destê çeteyên DAIŞ`ê de hîştin û reviyan. Piştî fermanê ev 7 sal e Asayişa me axa me û Şengala me diparêze. Şengal bi saya Asayişê ew qas aram e. Wek ciwan em ê ji bo destkeftiyên Êzidxanê û hebûna Asayişa xwe, heta dawiyê çalakiyên xwe dewam bikin."