Dewleta Tirk a dagirker 22 sal cezayê girtîgehê li Leyla Guven birî

Dewleta Tirk a dagirker 22 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li hevseroka KCD`ê Leyla Guven birî û biryara girtina wê da.

Dewleta Tirk a dagirker 22 sal cezayê girtîgehê li Leyla Guven birî
21 kanûn, 2020   09:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Rûniştina doza li dijî Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven îro li 9'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê pêk hat. Di îdîanameyan de Guven bi 18 sûcên cuda dihate sûcdarkirin.

Guven tevlî rûniştina dozê nebû. Parêzerên wê Serdar Çelebî û Cemîle Tûrhalli Balsak lê amade bûn.

Dozgeriyê bi îdîaya "avakirin û birêvebirina rêxistinê", "endametiya rêxistinê", "sorkirina gel a ji bo civîn, xwepêşandan û meşên li dijî qanûnê", "beşdariya li meşên li dijî qanûnan" xwest ku Guven bê cezakirin.

Heyeta dadgehê 22 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Leyla Guven birî û biryara girtina wê da.