​​​​​​​El-Mihbaş: Divê Rûsya û DYA'yê bi erkên xwe yên li hemberî êrişên Tirkiyê rabin

Ebd Hamid El-Mihbaş diyar kir ku şêniyên Bakur û Rojhilê Sûriyê bi hemû awayan li dijî dagirkeriyê disekinin û bêdengiya Rûsya û Amerîkayê ji êrişên artêşa Tirk rexne kir.

​​​​​​​El-Mihbaş: Divê Rûsya û DYA'yê bi erkên xwe yên li hemberî êrişên Tirkiyê rabin
21 kanûn, 2020   00:45
REQA-XALID EL-CUMA

Dewleta Tirk û çeteyên wê êrişên xwe yên li ser navçeya Eyn Îsayê zêde kirine, li hemberî van êrişan civaka navneteweyî û dewletên garantor bê deng in.

Têkildarî mijarê Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilê Sûriyê Ebd Hamid El-Mihbaş axivî û rola dewletên garantor ên wekî Rûsya û Amerîkayê rexne kir û êrişên dawîn ên li dijî şêniyên navçeya Eyn Îsayê şermezar kirin.

ꞌPLANATIRKIYÊ HEYA KU RÊYA M4`Ê KONTORL BIKEꞌ

El-Mihbaş diyar kir ku dewletaTirk di demên dawîn de êrişên xwe yên li ser Eyn Îsayê zêde kiriye, hewl dide herêmên din ên Sûriyê dagir bike û wiha dewam kir:" Dewleta Tirk hewl dide sûdê ji valahiya  di serokatiya Amerîkayê de ya navbera çûyîna Trump û hatina Joe Biden de bigire .Ji bo Tirkiyê ev dem zêde girîng e û hewldana kontrolkirina rêya M4`ê ya navneteweyî dike."

El-Mihbaş bal kişand ser girîngiya navçeya Eyn Îsayê û wiha pê de çû: "Ji bo Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Eyn Îsayê xwedî girîngiyeke, Rêveberî lê hate avakirin.  Artêşa  Tirk a dagirker di vê dawiyê êrişên xwe li ser navçeyê zêde kirine. Ev  dide nîşandan ku dagirkerî hewl dide rêya M4 kontrol bike, ji ber ku ev rê ji bo Sûriyê bi giştî û herêmên Rêveberiya Xweser reheke aktîv e. Lewma artêşa Tirk û çeteyên wê bi hemû çekan êrişî Eyn Îsayê dikin, da ku ji herêmên xwe yên bi ewle derkevin û li Sûriyê planên xwe yên dagirkerena pêk bîne."

ꞌARTÊŞA TIRK SÛCÊN ŞER PÊK TÎNEꞌ

El-Mihbaş anî ziman ku rastiya ku niha Eyn Îsayê  rû dide rastiyeke hovane û xerab e, li dijî gelê Bakur û Rojhilê Sûriyê nexasim gelê Eyn Îsayê sûcên şer pêk tîne.

Ebd Hamid El-Mihbaş eşkere kir kuTirkiyê peymana agirbestê bin pê kir û got, divê civaka navneteweyî û dewletên garantor nexasim Rûsya û Amerîkayê bi erka xwe rabin û dawî li êrişên li dijî Eyn Îsayê bînin.

El-Mihbaş ev yek li gotina xwe zêde kir:"Şervanên QSD`ê êrişên li dijî Eyn Îsayê têk birin, her bohostek ji xaka Sûriyê xeta sor e, ji bo gelê Sûriyê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilê Sûriyê ev herêm xetên sor in û dê ticarî dijmin bi dest nexin."

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilê Sûriyê Ebd Hamid El-Mihbaş axatina xwe wiha bi dawî kir: "Ev dozeke adaletî ye, kesên baweriya xwe bi doza xwe anîne dê ji bo wê berdalan bidin, çi li Eyn Îsayê be û çi li derverên din ên Sûriyê be."

(eh)

ANHA