​​​​​​​Piştî êrişên li ser Eyn Îsa şêniyên Til Temirê bi fikar in

Piştî zêdebûna êrişan li dijî navçeya Eyn Îsayê, bêdengiya hêzên Rûsyayê û hêzên hikumeta Şamê û zêdebûna sewqiyatên leşkerî li derdora bajarokê Til Temirê, şêniyên bajarok bi fikar in ku êrişek pêk bê û ew di vê zivistanê de ji gund û bajarokê xwe bên koçberkirin.

​​​​​​​Piştî êrişên li ser Eyn Îsa şêniyên Til Temirê bi fikar in
21 kanûn, 2020   01:23
NAVENDA NÛÇEYAN-ŞERVÎN MUSTEFA

Li derdorê bajarokê Til Temir ê girêdayî kantona Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê sewqiyet û tevgerên çeteyan hewmwextî êrişên li dijî navçeya Eyn Îsa ya herêma Firatê, hene.

Bajarokê Til Temir li ser rêya M4 a bazirganiyê ku herêmên Firat û Cizîrê bi hev ve girê dide, dikeve û yek ji herêmên stratejîk ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Li bajarok, bi sedan malbatên ku piştî êrişên dewleta Tirk di 9`ê Cotmeha par de ji Serêkaniyê koçber bûne, dimînin.

Piştî ku artêşa Tirk  a dagirker êrişên xwe li ser navçeya Eyn Îsayê zêde kirin, welatiyên li gundên hemberî rêya M4 û gundên dagirkirî ditirsin ku êriş li dijî gundên wan pêk bên, bi taybetî di vê zivistanê de.

Mihemed Baqî yê ji Til Temirê dibêje: “Tiştê li Eyn Îsa diqewime, encama peymana di navbera dewleta Tirk û Rûsya de ye. Ji ber vê yekê sivîl metirsîdar in, ku êriş û şerekî nû rû bide. Dewleta Tirk dixwaze hemû herêmên me dagir bike.”

Baqî destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker ji derdorê Idlibê vedikişe û êrişên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde dike, lewra armanca wî ew e ku baregehên xwe li rojhilatê Firatê ava bike û wiha domand: “Ev yek li pêş çavên Rûsya (aliyê garator) û hêzên hikumeta Şamê pêk tê, ku li hemberî êrişên dawîn li ser Eyn Îsayê tu helwest an berisv nedan.”

Baqî daxuyand ku ew hêz li Til Temirê jî hene û bi taybetî piştî sewqiyetên leşkerî yên dawîn dibe ku li dijî bajarok êriş pêk bên. Baqî piştrast kir ku hêviya wan tenê hêzên wan ên leşkerî ne ku wan diparêzin û ew ji tu hêzên din hêvî nakin.

Mihemed Omer jî wiha got: “Bajarokê Til Temirê jî wekî navçeya Eyn Îsa ku rastî êrişan tê, li xeta şer e. Em li ser îxaneta hêzên Rûsya û hêzên hikumetê ku li herêmê bi cih dibin, bi fikar in.”

Omer piştrast kir ku li bajarê xwe li ber xwe didin û dê dev jê bernedin.

Endamê Meclisa Navçeya Til Temirê Ridwan Xelef jî dibîne ku dewleta Tirk a dagirker valahiya dema hilbijartinên serokatiyê ya DYA û peymana bi Rûsya re ya radestkirina hin herêman ji hikumeta Şamê re, bi kar tîne, ji ber wê yekê êriş û sewqiyetên xwe li herêmên li ser rêya M4 zêde kirin.

Xelef diyar kir ku sewqiyetên dewleta Tirk li derdorê navçeya Eyn Îsa û bajarokê Til Temirê li gorî lihevkirina bi hêzên Rûsya re pêk tê, da ku rêya di navbera herêma Firatê û Cizîrê de qut bikin.

Xelef wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li herêmên li hemberî gundên ji aliyê Tirkiyê ve dagirkirî, istiqrar têde tune ye. Çete wan herêman topbaran dikin û guleyan direşînin û gelek binpêkirin û sûcên şer dikin, da ku sivîlan bitirsînin û wan bidin koçberkirin. Lê belê êdî haya gel ji lîstokên çeteyan heye û ew bi biryar e li ser xaka xwe be.”

Ridwan Xelef piştrast kir ku gel li pişt hêzên leşkerî yên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê û Meclisa Leşkerî ya Suryanî ye ku wan diparêze û ew ji hemû rewşên awarte re amade ye.

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Suryanî Aram Hena jî piştrast kir ku hemwextî êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser navçeya Eyn Îsayê, sewqiyet û tevgerên çeteyên dewleta Tirk li bakur rojavayê Til Temirê û bi taybetî li gundên Qasimiyê, Rêhaniyê, Dawûdiyê ku bargeke dewleta Tirk li wir û derdorê Zirganê, zêde bûne.

Hena got sewqiyetên niha pêk tên ji yên berê berfirehtir in û wiha pê de çû: “Artêşa Tirk a dagirker alavên leşkerî yên giran û hejmara leşkerên xwe zêde kir. Dibe ku li herêmê şer derkeve.”

Li ser helwesta hêzên Rûsya û leşkerên hikumeta Şamê ku piştî peymana Rûsya-Tirkiyê û Hêzên Sûriya Demokartîk (QSD) li herêmê bi cih bûn, Aram Hena got: “Ne hêzên Rûsya, ne jî hêzên hikumeta Şamê, helwestê nîşan nadin û li hemberî êrişên li dijî nuqteyên wan mafê parastina rewa bi kar nayin û berisvê nadin. Ew bêdeng in.”

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/sdDXu3bmrF8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>