​​​​​​​Malbatên girtiyan: Girtiyên me bingeha tevger û şoreşa me ne

Birayê girtiyê siyasî Sadiq Mihemed, Zinar Mihemed destnîşan kir ku bi saya têkoşîna girtiyên siyasî gihaştine vê qonaxê û li ser xaka Kurdistanê serkeftin pêk anîne. Mihemed bang li gelê Kurdistanê kir ku piştgiriya girtiyan bikin û armanên wan pêk bînin.

​​​​​​​Malbatên girtiyan: Girtiyên me bingeha tevger û şoreşa me ne
21 kanûn, 2020   03:44
QAMIŞLO-KELSÛMA ELÎ

Li dijî tecrîda girankirî ya li ser rêbera Abdullah Ocalan û kiryarên dewleta Tirk ên li hemberî girtiyan , girtiyên siyasî yên di girtîgehên Bakurê Kurdistanê de ji 27`ê meha Mijdarê ve di greva birçîbûnê de ne.

birayê girtiyê siyasî Sadiq Mihemed,  Zinar Mihemed ê ji gundê Badiyan ê navçeya Girkê Legê diyar kir ku  birayê wî di sala 1993`yan hate girtin û di girtîgeha Tirkiyê de 36 sal lê hate birîn. Zinar Mihemed da zanîn ku sedema girtina birayê wî Sadiq ew bû ku ji bo doza gelê Kurdistanê kar û xebat dikir.

Zinar Mihemed destnîşan kir ku birayê wî û hevalên xwe yên di girtîgehên Tirkiyê de, ji bo rakirina tecrîda li ser rêber Ocalan û li dijî kiryarên dewleta Tirk ên li dijî wan dest bi greva birçîbûnê kirin.

Mihemed bang li gelê Kurdistanê kir ku piştgiriya girtiyên siyasî bike û çalakiyên li dar bixin da ku tecrîda li ser rêbertî rabe.

Zinar Mihemed anî ziman ku tevahiya girtiyên siyasî ji bo gelê Kurd mafên xwe bi dest bixin, li ber xwe dan, lewra divê ew şopdarên rêya wan bin û azadiyê misoger bikin.

 Zinar Mihemed di dawiyê de got ku girtiyên siyasî bingeha tevger û şoreşa wan e, bi saya têkoşîna wan ew gihaştine vê qonaxê, ji ber vê yekê divê tê bikoşin û mafên wan bi dest bixin.

(eh)

ANHA