Hemdan El-Ebid: Dewleta Tirk hewil dide dagirkeriya turanîzmê berbelav bike

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan got: "Kiryarên dewleta Tirk ên li dijî gelê Sûriyê berdewamiya siyaseta hikumeta AKP`ê ya ku bi koçberên Efrînê dest pê kir û li Keşmîrê didome. Armanc ji van siyasetan zindîkirina mêtîngeriya Osmanî ye."

Hemdan El-Ebid: Dewleta Tirk hewil dide dagirkeriya turanîzmê berbelav bike
18 kanûn, 2020   03:26
REQA-EHMED EL-ELÎ-XALID EL-CUMAA

Dewleta Tirk êrişên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne. Di heman demê de destwerdana aloziya Sûriyê dike da temenê krîzê dirêjtir bike û planên xwe yên dagirkeriyê pêk bîne.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid behsa sûcên dewleta Tirk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û planên wê yên li Sûriyê û deryaya Spî kirin.

Hemdan El-Ebid destpêka axaftina xwe bal kişand ser destwerdana Tirkiyê li aloziya Sûriyê û diyar kir ku piştî du heftiyan ji tevgera gel a li Sûriyê, dewleta Tirk deriyê xwe ji opozîsyona Sûriyê re vekir, di wê demê de Çavdêrê Giştî yê Îxwan El-Musilmîn ê Sûriyê Mihemed Riyad Şeqfa kongreyeke çapemeniyê li dar xist û tê de piştgiriya xwe ji komên tevgerên dijber ên li Sûriyê ragihand."

El-Ebid destnîşan kir ku Erdogan ji bo pêşwaziya penaberên sûrî bike, sînorên Tirkiyê vekir, kamp ji wan re vekir û desteka madî da wan û got, dewleta Tirk ji bo ku bibe endamê Yekitiya Ewropa, dosya penaberên Sûriyê li dijî dewletên Yekitiya Ewropa bi kar anî.

ꞌDIZÊN HELEBÊꞌ

El-Ebid da zanîn ku komên çekdar bi piştgiriya dewleta Tirk dest danîn ser rûbereke berfireh ji xaka Sûriyê û bi vî awayî rasterast perspektîfên xwe ji dewleta dagirker distendin û ji wê demê ve xizmeta ajandeyên derve û dagirkerane dikirin.

Hemdan El-Ebid ev yek li gotina xwe zêde kir: "Sultanê îdîakirî ji çeteyên nû re got ku hûn çi bigirin ji min re ye. Paşê herêmên Reqa, Dêrazorê, Hesekê, Heleb û Idlibê hatin wêrankirin û petrola Sûriyê li dewleta Tirk hat firotin."

El-Ebid wiha axaftina xwe dewam kir: "Sûdwergirtina herî mezin a dewleta Tirk dizîya kargeh û alavên li Helebê ye, Heleb bi paytexta aborî ya Sûriyê tê naskirin, ji ber ku kargehên wê pêwîstiyên Sûriyê dabîn dikirin û li derve dihatin firotin."

El-Ebid têkildarî mijarê eşkere kir ku hîn jî çeteyên Erdogan mal û milkên giştî û taybet talan dikin, mînaka herî berbiçav jî hebûna zeyta zeytûnan a Efrînê li bazarên Ewropa û Amerîkayê ye, di heman demê de darên zeytûnan ên Sûriyê rakirin û birin Tirkiyê.

'DAIŞ`IYAN GIRT SER XWEꞌ

El-Ebid got ku piştî opozîsyona çekdar xwe radest kir, Tirkiye balafirgeh û sînorên xwe ji terorîstan re vekir, da ku li Sûriyê cîhadî bin, ji ber vê piştgirî da rêxistina DAIŞ`ê ku li Sûriyê û Iraqê çeteyên biyanî li xwe zêde bikin.

Hemdan Ebid bi lêv kir ku DAIŞ`ê bi rêya sînorên Sûriyê-Tirkiyê çek ji xwe re anîn, serweriya xwe berfireh kirin û petrola Sûriyê li Tirkiyê firotin ev jî jêdera sereke ya destekdayîna ji çeteyan re bû.

El-Ebid piştrast kir ku Erdogan çeteyên opozîsyonê li beramberî pereyan wan di şerê Tirkiyê yê li Lîbyayê û Azerbaycanê bi kar anî û wiha pê de çû: "Ligel vê yekê AKP`ê ji bo li Sûriyê, Iraqê, Misir, Tunis û Lîbyayê planên xwe yên dagirkerane pêk bîne, çeteyên sûrî bi kar anî û navên komên çekdar veguherandin navên îslamî.

Hemdan El-Ebid diyar kir ku Erdogan dixwaze ji cîhanê re isbat bike, ku ew çêker û parêzvanê musilmanan û Rojhilata Navîn e, lê belê wî li van herêman re şer afirand, heta ne tenê li Rojhilata Navîn lê li seranserî cîhanê krîz çêkir.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) eşkere kir ku dewleta Tirk zêdetirî 20 hezar çete kir ajande, ji wan 18 hezar şand dewletên Ereban û Bakurê Afrîkayê û zêdetirî 2 hezar û 500 çete jî şand Azerbaycanê.

ꞌPEYMAN BINPÊ KIRꞌ

El-Ebid Erdogan bi binpêkerê peymanê wesif kir û wiha dewam kir: "Erdogan piştî ku peymanên pevguhestina bazirganiyê mohr kir û ji dewleta Tirkiyê re bi milyonan qezenc kir. Têkiliyên dîplomatîk ên dewleta Sûriyê û Erdogan gelek xurt bû, ev têkilî gihaşt asta ku Erdogan beşdarî temaşekirina maçeke futbolê bibe ku li yarîgeha Hemdaniyê ya Helebê pêk hat."

Hemdan El-Ebd bi domdarî got: "Erdogan sînorên deryayî  û bejahî li pêşiya penaberan girt û ji bo sûriyên ku derbasî Tirkiyê bibin vîze ferz kir, da ku destekê ji Yekitiya Ewropayê bigire. Dosyaya penaberan ji bo berjewendiyên xwe bi kar dianî. Heta di aloziya dawîn a bi Yewnanistanê re jî ya têkildarî deryaya Spî Erdogan ev dosya bi kar anî."

El-Ebid da zanîn ku Erdogan peymana agirbestê ya bi navbeynkariya Rûsya ya di navbera QSD`ê û artêşa Tirk de binpê kir û hewl dide navçeya Eyn Îsayê dagir bike û ev tişt diyar kir: "Li hemberî van sûcan garantor bêdeng e û Tirkiyê jî nexşeya ku pêşkêşî NY`yê kir, pêk tîne. Nexşeya Tirkiye xaka Sûriyê parçe bike û bi ser Lîwaa Îskenderonê ve veke û bi vî awayî demografiya herêmê biguherîne, mînaka ber çavan jî rewşa Efrînê û herêmên din ên dagirkirî ne."

ꞌHEBÛNA XWE ÇÊKIRꞌ

El-Ebid destnîşan kir ku Erdogan xwest ku herêma Idlib û Bakurê Sûriyê ji bo planên xwe rêgehê çêke û got: "Li gorî peymana bi Rûsyayê re îmze kir ji nuqteyên çavdêriyê ber bi Idlibê vekişe ji ber ku dixwaze rêya M4 ji Kerkûkê heta bi bajarê Keseb ê li berava Sûriyê kontrol bike û rêya Herîr aktîf bike."

Hemdan El-Ebid da zanîn ku Erdogan ne tenê li Sûriyê û Iraqê pirsgirêk derxist, di heman demê de li Lîbyayê, Somalî, Azerbaycan û Qeterê jî alozî çêkir, ji ber dixwaze li hemû herêman hebûna xwe çêke.

'ERDOGAN DI TENGASIYÊ DE YE'

Cîgirê Hevserokatiyê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid di dawiya gotina xwe de ev yek anî ziman: "Ji dema ku Joe Biden hatiye ser hikum, Erdogan dixwaze di zûtirîn demê de planên xwe bi cih bike, ji ber Biden li hemberî siyaseta AKP`ê disekine, lê Trump hevalê Erdogan e. Ev dem ji bo Tirkiye krîtîk e û Erdogan di tengasiyekê de ye, ji ber ku parçebûnek di partiya wê de çêbûye, mîna Ehmed Dawûdoglu û Alî Babacan ku jê vekişyane. Li aliyê din jî aboriya Tirkiyê hilweşiya, ji ber NATO`yê ceza lê birî, ji ber sîstema moşekan S-400 ji Rûsyayê kirî."

(eh)

ANHA