Ehmed Pelda: Li Başûr li pişt perdeyê krîza civakî heye û statu di metirsiyê de ye

Lêkolîner Ehmed Pelda destnîşan kir ku sedema çalakiyên li Başûrê Kurdistanê ne tenê krîza aboriyê ye, lê pergala heyî ye û got “Budçeya Başûr ji aliyê rêveberiyê ve tê veşartin û peymanên veşartî yên bi dewleta Tirk re ne tenê li ser petrolê hatine çêkirin, lê belê gelek tiştên din hene.”

Ehmed Pelda: Li Başûr li pişt perdeyê krîza civakî heye û statu di metirsiyê de ye
18 kanûn, 2020   01:28
NAVENDA NÛÇEYAN - CÎHAN BÎLGÎN

Krîza aborî ya Başûrê Kurdistanê û çalakiyên gel li hemberî nêrazîbûna nedayîna mûçeyan her ku diçe mezin dibe. Çalakvan li bajarên Silêmanî, Ranya, Germiyan, Kelar, Helebçe, Dihok, Şarezor û gelek bajarên din daketin kolanan.  Çalakvanan buroyên PDK, YNK û Goranê dan ber agir. Li hemberî çalakvanan rêveberiya Başûr bi her awayî êriş dike. Di nav êrişan de, di nav de 3 zarok, 8 kesan jiyana xwe ji dest da û bi dehan kes birîndar bûn. Gelek sivîl û rojnamevan hatin binçavkirin. Rojnamevanên li herêmê diyar dikin ku ev xwepêşandan ne wekî yên salên berê ne.

Li Hewlerê bi hezaran hêzên Zêrevanî yên girêdayî PDK’ê gelek dever girtin. Her wiha rewşa awarte li herêmê hat ragihandin û kombûyîn hat astengkirin û gef hatin xwarin. Li Hewlêr û Silêmaniyê têketin û derketina ji bajar qedexe kirin.

Der barê krîza aborî û çalakiyên li herêmê de aborînas û nivîskar Ehmed Pelda ji ANHA’yê re axivî.

Pelda der barê xwepêşandanan de got li pişt perdeye krîza civakî heye û got: “Meseleya civakê siyaset, huner, pîşe, pergal bi hemû sazûmaniyan ve girêdayî ye. Nifş li Başûr tê guhertin û bê pîşe dimînin. Civakên pêşketî bi pîşesaziyê bi pêş ketine. Lê herêma Başûr di aliyê perwerdeyê de ji ber tiştek nedaye, rewşa ciwanan wiha dibe. Her wiha gel jî ji xwezayê qut kirine. Di aliyê hilberîn û çandiniyê de tiştek nehiştine. Gel ji gundan derxistin, ew ji xwezayê qut kirin, li bajaran bi cih kirin, mûçe dan wan, niha jî nikarin mûçeyê bidin. Her wiha rêveberiyeke malbatî ya hiyerarşîk li Başûr ava kirine û naxwazin vê hiyerarşiyê xirab bikin. Serhildan û bertekên gel li hemberî vê her kun diçe zêde dibin. Rêveberiya herêmê bi tu kesî re muzakereyê bi pêş naxe, ev çend car heman tişt li Bexdayê jî pêk hat ku rêveberiya Bexdayê bi çalakvanan re ket nav muzakereyan. Di encama çalakiyan de hikumetê soza hilbijartinê da ku hikumeta Kazimî bi vê sozê rêveberiyê dike. Başûrê Kurdistanê girêdayî wî welatî ye, lê ew model nagire. Rasterast bi çekan diçin ser gel û dixwazin çalakiyan têk bibin. Ev jî çareseriyê pêk nayne, berovajî wê krîzê her ku diçe, girantir dibe.”

‘ÎRO TOVEK BÊ ÇANDIN DÊ SIBÊ BERHEMA WÊ HEBE’

Pelda destnîşan kir ku gel mûçe dike hincet, di pişt perdeyê de daxwazên gel ji kaos û krîzê re bertek e û got: “Divê di van çalakiyan de mantalîteya hişekî xwe rêxistinkirine hebe. Ger nebe piştî demeke kin wê belav bibe. Gelek caran ev bertek sedema mûçe yan jî sedema bêaramiyê dest pê dike paşê gel hêdî hêdî lêkolîn, lêgerîn dike û hişê xwe yê siyasî, rêxistinî ava dike. Bi van bertekan wê  gel rêxistina xwe ava bike ku rêveberiyê mecbûrî guhertinan bike an jî wê bihêle ku rêveberî xwe şûnve bikişîne. Guherîn şert e ku bi kesên niha berxwedanê dikin wê pêk were. Heye ku îro tovek bê çandin lê sibê berhema wê hebe. Pirsgirêkeka aborî ya Başûrê Kurdistanê tune ye. Di şerê DAIŞ’ê de rêveberiya Başûrê Kurdistanê bang li cîhanê dikir ku çekan ji wan re rê bikin.  Hin rayedarên navnetewî ji Mesrûr Barzanî re gotin ku çend villayên xwe yên li Amerîka bifiroşe dê pereyê çekan peyde bike. Mijara mûçeya gel jî heman hişmendî ye.”  

‘PERGAL BI XWE PIRSGIRÊK E’

Başûr dikare tenê bi çavkaniyên xwe van peran peyde bike, bi van gotinan re Pelda dibêje ku ger ev sermayedar û rêveber beşek ji pereyên xwe veqetînin û wek mûçe bidin gel pirsgirêka mûçe namîne û wiha pê de diçe: “Pere li Amerîka, London, Ewrûpa ye taybet jî ger sermaya xwe ya li Tirkiyê bikaribin bînin Başûr tu pirsgirêk namîne. Lê pirsgirêka gel ne mûçe ye, pergal bi xwe ye. Başûrê Kurdistanê dikare bi welatên Kendavê re ku têkiliyên wan baş in pere ji wir jî bigre. Çima bi wan re nakevin têkiliyê?  Erebîstana Sûûdî çend sal berê çend mîlyar dolar alîkarî da. Çima rêveberiya Başûr bi wan re nakeve têkiliyê û vê pirsgirêkê çareser nake? Ji ber bijartinek siyasî heye. Başûr ji bilî Tirkiyê nikare tu kesî re têkildar be. Têkiliyên Tirkiyê bi welatên Kendavê, Erebîstana Siûdî têkiliyên ne baş e, Başûr ku hevrast wê nikare têkildar bibe. Başûr ji aliyê siyasî ewqas bi Tirkiyê re hatiye girêdan nikare bi Amerîka, Îran û welatên din re jî têkiliya xwe pêş bixe. Bêyî Tirkiyê nikare gavan biavêje. Çima ewqas hatiye girêdan? Ev jî bijartina Tirkiyê ya aboriyê ye.”

‘ÇALAKVAN DIKARIN GELEK TIŞTAN BIGUHERÎNIN’

Pelda diyar kir ku bertekên gel ne tenê mijareke aborî ye, di heman demê de li hemberî polîtîkayên Başûr û dewleta Tirk in û wiha berdewam kir: “Ev bertek daxwaziya serxwebûn û azadiya gel e. Gel îradeya xwe li meydanan e. Ev pêşengtî dikare hemû pirsgirêka Kurd jî çareser bike, ji Rojhilata Navîn re jî bibe mînak wekî berxwedana Kobanê ya 2014’an ku çawa di asta herêmê û cîhanê de guherîn pêk anîn wê ev çalakî li Başûr jî bikarin gelek tiştan biguherînin. Gelê herêmê îradeya xwe dixwaze têxe destê xwe. Şer şerekî îradeyê ye.”

‘BUDÇEYA BAŞÛR VEŞARTÎ TÊ PARVEKIRIN’

Pelda bal kişand ser ku rêveberiya Başûr naxwaze ev krîz çareser bibe, berovajî wê wekî fersend vê krîzê ji xwe re bi kar tîne û wiha lê zêde kir: “Başûrê Kurdistanê xwe bi xwe vê krîzê çêdike. Budçeyek ji xwe re çêkirine û çavkaniya wê beşek jê biçûk a petrolê, beşek pereyê Bexdayê ye. Destkeftiyên wê ji aliyê çandinî û pîşesaziyê ve tune ne. Hemû budçeya gumrikê aşkere nakin ku beşek biçûk jê dikeve nav budçeyê, beşa din jî diçe partiyan ku di nav xwe de parve dikin.  Ev budçeya biçûk têra gel nake. Çi budçe hebe divê bê aşkerekirin. Divê budçeya sedî sed qezencên gumrikê, pereyê petrolê vekirî be, wê demê hewcedarî ne bi Bexdayê ne bi Amerîkayê ne jî bi siyaseta teng hebe. Wiha be dikare rengê siyaseta xwe biguherîne. Ji Tirkiyê re bibêje di cihê xwe de bisekine. Li dijî Tirkiyê Başûr ser Bexdayê heya Urdinê dikare here û heya Misirê jî deriyekî din veke. Ji Rojavayê Kurdistanê re derbasî Sûriyê bibe, dîsa here Deryay Spî, rêyên alternatîf li hemberî Tirkiyê ava bike. Hewceyî Tirkiyê jî nabe û sîstemeke din rehet dikare bide meşandin. Derfetên Başûrê Kurdistanê ji bo van hene. Rêveberiya Başûrê Kurdistanê bi zanebûn wê nabijêrin. Ji ber wê çavkaniyên budçeyê çi ne û çawa tên parvekirin, kes nizane.”

‘CIA TÊKILIYA ÎSTIXBARATÎ DIMEŞÎNE’

Beriya demekê derket holê ku di navbera PDK’ê û dewleta Tirk de li ser petrola Başûrê Kurdistanê peymaneke veşartî hatiye îmzekirin. Pelda der barê vê peymanê de anî ziman ku rayedarên Başûrê Kurdistanê ev red nekiriye û got: “Çend roj berê rayedarekî anî ziman ku petrolê nadin Tirkiyê, tenê di ser Tirkiyê re derbas dikin. Bi van gotinan re xwest guhartinê pêk bîne lê ew bi şiklekî qebûl kir. Jixwe di nav wê peymanê de hin tiştên veşartî hene, em wan qet nizanin. Başûrê Kurdistanê ne tenê ji aliyê aborî, çandî, bazirganiyê ve, ji aliyê siyasî ve jî êdî bûye beşek ji Tirkiyê û bê Tirkiyê nikare bimeşe. Ev pergal helbet wê aşkere bibe. Hevsengî û rêveberî tên guhertin ku aşkerekirina van tiştan jî di demeke nêz de ye. Ji ber ku rêveberiya Tirkiyê êdî nikare bimeşe û wê ev rêveberî jî bê guhertin. Mijara peymana petrolê jî kirine mijareke îstixbaratî. Serokwezîrê Başûrê Kurdistanê berê rêveberê îstixbarata PDK’ê bû. Gelo ev peyman tenê bi petrolê re sînordar e? Ez bi guman im.  Beramberî wê di peymanê de xalên siyasî yên îstixbaratê jî hene. Ev hemû veşartî ne. Malbata Barzanî hemû beşên serokatî, serokwezîr, wezaret, hêzên leşkerî rêveber in. Ji ber vê malbata Barzanî ne tenê malbatek e, êdî bûye hêzek. Vê hêzê çi peyman çê kirine, çi qas serweta wan heye, ne diyar e. Heman tişt ji bo malbata Erdogan, malbata Haydar Aliyev a Azerbêcanê jî derbasdar e. Têkiliyên wan bi welatên pêşketî yên aboriya wan vekirî re, tune ye. Ev di nav xwe de çerxekê digerînin. Têkiliya îstixbaratî ya vê çerxê CIA dimeşîne. Peymanên veşartî bi destê CIA’yê pêk tên. Amerîka dibêje hûn çi qas tiştên veşartî bikin, hûn ew qas bi min ve girêdayî dimînin. Heke Amerîka bixwaze vê rêveberiyê biguherîne, divê wan belgeyên veşartî aşkera bike. Lê Amerîka van peymanan li hemberî wan wekî gef bi kar tîne û tawîzan jê digire.”

‘DIBE KU BAŞÛR PARÇE BIBE’

Pelda pêşdîtina xwe li ser krîza Başûr wiha anî ziman: “Piştî demekê heye ku mûçe yan ji Iraq û Tirkiyê yan jî ji berîka xwe hinek derxin û peyda bikin û bi awayekî vê bidewisînin. Lê ev pêşiya pirsgirêkan nagire û piştî demekê dê dîsa gel rabe ser pêyan. Heya ku ev sîstem bê guhertin dê ev pirsgirêk her hebin. Heya ku gel cihê xwe di rêveberiyê de bigire dê ev pirsgirêk berdewam bikin. Her wiha tê zanîn ku hilbijartinên Iraqê dê çêbin, rewşa Kerkûkê ya siyasî, aloziya Şengalê û êrişên Tirkiyê hene. Dema em van hemûyan bidin ber çavan, li Başûrê Kurdistanê bêaramî û alozî bi xwe re bîne. Rêveberiya Başûrê Kurdistanê ji bo wê tu amadekarî nekirine. Tenê wek hêz gelo ez çawa li ser pêyan bimînim hemû stratejiya xwe li ser vê dane rûniştandin. Heger hêzên derve mudaxele nekin, heye ku Başûr di demeke kurt de di nav xwe de pêşî bibe du parçe, paşê bibe sê parçe; ev herêmên madeya 140 bi temamî bên jibîrkirin. Bi vî awayî Başûr îhtimal e statuya xwe ya heyî jî winda bike. Ev metirsî jî heye.”   

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/db1Bl2HSpSQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>