Şêniyên Eyn Îsayê: Em ê li dijî êrişên dagirkeran li ber xwe bidin

Tevgera Ciwanên Şoreşger a kantona Girê Spî ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û bêdengiya aliyên navneteweyî li hemberî êrişan, li navçeya Eyn Îsayê konê çalakiyê veda.

Şêniyên Eyn Îsayê: Em ê li dijî êrişên dagirkeran li ber xwe bidin
18 kanûn, 2020   12:53
 EYN ÎSA

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li navçeya Eyn Îsayê konê çalakiyê veda û tekez kir ku ew ê li hemberî planên dewleta Tirk a dagirker û êrişên li dijî navçeya Eyn Îsayê li ber xwe bidin.

Di roja yekemîn a çalakiya konvedanê de, bi navê Tevgera Ciwanên Şoreşger a kantona Kobanê Elî El-Ehmed daxuyaniyek da û êrişên dagirkeran ên li dijî navçeyê şermezar kir.

Di daxuyaniyê de bêdengiya aliyên navneteweyî û hêza garantor Rûsyayê li hemberî êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî sivîlên herêmê ku bi wê yekê dewleta Tirk ji bo dagirkirina herêmên din ên Sûriyê teşwîq dikin, hate şermezarkirin.

Her wiha hate tekezkirin ku wek Tevgera Ciwanên Şoreşger a kantona Kobanê wê li dijî êrişên barbarî yên dewleta Tirk a dagirker piştgiriyê bidin berxwedana şêniyên navçeya Eyn Îsayê û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD).

Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Hîlal El-Hîlal ku beşdarî çalakiyê bûbû ji ANHA`yê re got ew îro hatine Eyn Îsayê da ku piştgiriya xwe bi şêniyên navçeyê re nîşan bidin û êrişên rojane yên li dijî wan red bikin.

El-Hîlal tekez kir ku ew dev ji xaka xwe bernadin û dê rê nedin dewleta Tirk a dagirker ku armancên xwe pêk bîne û got: “Em ê piştgiriya şervanên QSD`ê ku xaka me diparêzin, bikin.”

Tê payîn ku çalakiya konvedanê 3 rojan dewam bike û şandeyên ji Minbic, Reqa û Tebqayê jî beşdar bibin.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/6dFSlJuJ-5Y" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>