​​​​​​​Bi lihevhatina Siûd û Qeterê re gelo Qeter xwe ji pişta Tirkiyê û Îranê dikişîne?

Hin alî dixwazin aloziya Kendavê ya ji ber nakokiyên Erebistana Siûdiyê û Qeterê çareser bikin, gelo Qeterê dev ji piştgiriya projeyên Tirkiyê û Îranê berdaye û lihevanîna her du aliyan dê çi bandorê li herêmê bike?

​​​​​​​Bi lihevhatina Siûd û Qeterê re gelo Qeter xwe ji pişta Tirkiyê û Îranê dikişîne?
11 kanûn, 2020   05:23
NAVENDA NÛÇEYAN-AZAD SEFO

Di halê hazir de behsa hewldanên Amerîkayê yên lihevanîna Erebistana Siûdiyê û Qeterê tê kirin, gelo di pêvajoya dîrokê de têkiliyeke çawa di navbera her du aliyan de hebû, bandora wê li têkiliyên Qeterê, Îranê, Tirkiyê û piştgiriya Îxwan El-Muslîmîn çi bû?

"NAKOKIYÊN BERÊ"

Têkiliyên Siûdiyê û Qeterê di gelek pêvajoyan re derbas bûn û tê de nakokî derketin, di sedsala 19`emîn de her du dewlet hatin avakirin û ji wê demê ve nakokî di navbera malbata Al Siûd û Al El-Sanî de derket. Her du malbatên navborî Qeterê û Siûdiyê bi rê ve dibirin.

Piştî Qeterê ragihand ku ew ji bin hikumê Brîtanyayê derket, bi cîrana xwe Siûdiyê re gelek zehmetiyên dîplomatîk kişand, ya pêşîn aloziya xêzkirina sînorê sala 1992`an, ji ber li herêma Xafûs a nêzî sînor şer çêbû, di encamê de efserekî siûdî û du leşkerên Qeterê hatin kuştin û di dawiyê de Siûdiyê herêm kontrol kir.

Di sala 2002`an de dema DYA`yê xwest ku hikumê li Iraqê hilweşîne, ji Siûdiyê xwest ku baregeheke leşkerî ava bike û ji wir dest bi operasyonên xwe bike, lê redkirina Siûdiyê rê ji Qeterê re vekir ku tevbigere û deriyê xwe ji DYA`yê re vekir, paşê Siûdiyê bersiva redkirina wê peymanê da û balyozê xwe ji bo demeke diyar ji Qeterê vekişand.

"NAKOKIYÊN DER BARÊ ÎSLAMA SIYASÎ"

Tevî ku mezhebê Siûdiyê û Qeterê Hanbelî Salafî ye, lê dîsa jî têkildarî pêkanîna di navbera her du dewletan de nakokî hene, Siûdiyê dewleteke xwedî rejîmeke melekî ye, cudabûnê dixe nava mezhebê Wehabî ku çand, perwerde û mizgeft dan wê û nava siyasetê, kar û barên hikum, hêzên çekdar û siyaseta derve ku ji erka malbata hakim e. Lê Qeterê piştgiriya komên Îxwanan û Îslama siyasî dike, ku fikirê dewletê û olê bi hev ve girê dide.

Siûdiyê rêxistina Îxwanan berpiryar dibîne, ji ber ew rêxistineke mezheba Wehabî bi rê ve dibe û hişt ku hin Wehabî baweriya xwe bi îslama siyasî bînin û ji wan rêxistina El-Qaîdê hate avakirin. Ji van welatiyên siûdî Usama Bin Ladin e ku ew fermandarê rêxistina El-Qaîdê yê berê bû û beriya wê endamê jî endamê rêxistina Îxwanan bû. Paşê nakokiyên wan bêhtir bûn û hişt ku Erebistana Siûdiyê dijminatiya rêxistina Îxwanan bike.

"NAKOKIYÊN SIYASÎ"

Bi destpêkirina şoreşên bihara gelan re, nexasim dema Tirkiyê û Îranê rikberiyê bi Siûdiyê re dikin, ji ber ku cîhana îslamî bi rê ve dibe, hişt ku hîn zêdetir Siûdiyê bi fikar be.

Qeterê bi Tirkiyê re hevalbendiyeke xurt çêdike û li herêmê hem ji aliyê aborî û hem jî ji aliyê leşkerî ve piştgiriya  projeya xwe dike, li gel vê yekê bi Îranê re jî xwedî têkiliyeke baş e.

Piştî geşedanên 2011`an, ji ber piştgiriya Qeterê ji Îxwan El-Muslimîn re û Siûdiyê di 2014`an hewl dida ku koma Îxwanan bixe lîsteya rêxistinên terorî, hişt ku di civîna Meclisa Hevkariya Kendavê ya Adara 2014`an de nakokiyên xeternak di navbera her du aliyan de derkevin û balyozên Siûdiyê, Îmaratê û Behreynê ji Qeterê derkevin.

Di civîna koodînekirina piştgiriya leşkerî ya ji komên çekdar ên Sûriyê de, Bender Bin Sultan yesaya Qeterê rexne kir hîn zêdetir nakokî derketin. Bender Bin Sultan di civînê de ev gotin kiribû:"Li Qeterê tenê 300 kes  û kanalek heye, lewra nabe ku wekî dewletekê were dîtin." Êdî ji wê demê û şûn ve Qeter û Siûdiyê bi nakok in û her aliyek piştgiriya hin aliyên din dike.

"MISIR"

Di sala 2010`an de dema şoreşa Misirê dest pê kir, di navbera Siûdiyê û Qeterê de şerê kefaletê dest pê kir, Qeterê piştgiriya Îxwanan dikir û ji ber vê namzetê Îxwan El-Musilmîn Mihemed Mursî li Misirê bû hakim, lê zêde dirêj nekir û piştî Mihemed Mursî ji ser hikum rabû û piştgiriya Siûdiyê kir û Sîsî bû hakim.

"SÛRIYÊ"

Destpêka aloziya Sûriyê, Qeterê û  Siûdiyê alîgirên Muxalefeta hikumeta Şamê bûn, lê paşê hevalbend bi nakok bûn, Siûdiyê piştgiriya hêzên leşkerî dikir, ji wan artêşa Îslamê û Qeterê jî piştgiriya Îxwanan dikir.

Piştî têkiliyên Qeterê û Tirkiyê rasterast zêdetir bûn û bi Îranê re ne rasterast bû, rola Qeterê lawaz bû û tenê di asta piştgiriya Tirkiyê û tevgerên wê yên li Sûriyê de  ma.

"FILISTÎN"

Li Filistînê, Qeterê piştgiriya Tevgera Hemasê dike, lê Siûdiyê piştgiriya rêxistinên Filistînê dike ji van rêxistinan, rêxistina Tehrîr û Tevgera Fetih e.

Dema tevgera Hemasê 2007`an di hilbijartinan de bi ser ket, Siûdiyê nema wekî berê destek didayê û Îranê hîn zêdetir destek dayê. Li aliyekî din Tirkiye û  Qeterê ji dewletên herî zêde piştgiriya Tevgera Hemasê dikirin.

"SIÛDIYÊ DI NAVA PÊNCÊN ÎXWAN Û ÎRANÊ DE YE"

Piştî şoreşên buhara gelan, Siûdiyê bi xeteriya Îranê hisiya,  ku li Yemenê piştgiriya Husiyan dike û gihaştin deriyên Siûdiyê, her wiha Siûdiyê ji xeteriya bidestxistina malperên Amerîkayê ji agahiyên der barê peymana Îranê ya bi Komên Îxwanan re bi xof e. Peymana Îranê ya bi Îxwanan re ji bo li Yemenê li dijî Siûdiyê şer bike û berjewendiyên her sê aliyan pêk bîne ye.

Tevî nakokiyên mezhebî yên di navbera Îranê, Tirkiye, Qeterê û Îxwanan, lê Yemenê nuqteya dîtina berjewendiyên nû ye.

Dewleta Tirk ji bo bi Siûdiyê re rikberiyê bike, li Yemenê komên xwe yên Îxwanan xist tevgerê û hewl dide bi rêya piştgiriya ji Pêla Çaksaziya Îxwana re hebûn û berjewendiyên xwe bi cih bîne.

"JI BO SEROKATIYA KENDAVÊ, RIKBERIYA SIÛDIYÊ-QETERÊ"

Piştî sala 2017`an serokê Amerîkayê Donald Trump serdana Siûdiyê kir û Siûdiyê bang li serokên welatên îsmalê, erebî û Kendavê kir ku bi serkêşiya xwe kongreyekî li dar bixe û serok Trump re bicivin, DYA`yê Siûdiyê wekî serkêşa Kendavê û herêma erebî wesif kir û piştî çend rojan ji kongreyê Qeterê perspektîfên Siûdiyê red kir, ji ber dixwest rejîmeke herêmî, ewlehî û leşkerî ava bike û li dijî Îranê bisekine, paşê Siûdiyê, Îmaratê, Behrynê û Misirê têkiliyên xwe bi Dewhayê re qut kirin û di aliyê aborî û siyasî jî boykot kirin.

Têkiliyên kendavî û di serî de têkiliyên Siûdiyê bi Qeterê re, gihaşt dijwartirîn qonax.

Piştî daxuyaniyên Emîrê Qeterê Şêx Temîm Bin Hemed, ku tê de îşaret bi mijarên têkildarî Îranê, Hizullahê û tevgera Hemasê kir, piştî wê bi mehekê Siûdiyê, Îmarat, Behreyn û Misirê têkiliyên xwe yên dîplomatîk, bazirganî û tevgera rêwîtiyê bi Qeterê re qut kirin.

Her 4 dewlet di Hezîrana 2017`an de, lîsteyek pêşkêş kir û ji bo zindîkirina têkiliyên bi Dewharyê re 13 şert danîn, ji wan girtina baregaha leşkerî ya Tirkiyê ya li Qeterê, têkiliyên bi Îranê re sivik bikin û kanala Cizîrê were girtin.

Qeterê şertên her çar dewletan red kir, ji ber van nakokiyan di aliyê aborî de gelekî bi bin ket, nirxên avahiyan kêm bûn, şîrketên wê yên neteweyî bi bin ket, gelek jêderên xwarinê û kel û pelên sereke wenda kir.

Ji ber van boykotkirinan Ajansa Bloomberg û kovara "Aborînas" a Brîtanî di raporên xwe de diyar kir, ku Îmaret û Siûdiyê jî rast gelek ziyanên madî hatin, di heman demê de Siûdiyê bazara Qeterê ya firotina hilberînên xwe wenda kir.

"QETER SIÛDIYÊ ŞANTAJ DIKE"

Di 7 Hezîrana 2017`an de û piştî du rojan ji ragihandina Kendavê ji boykotkirina Qeterê re, Erdogan yekser peymana navbera Enqereyê û Dewhayê aktîf kir. Di peymanê de behsa avakirina baregeheke leşkerî ya Tirkiyê tê kirin.

Di demeke wiha de aktîfkirina vê peymanê, ji bo Dewhayê nîşaneya piştgiriya siyasî ye, ji ber di demekê de hatiye ku Siûdiyê û hevalbendên xwe dixwazin di aliyê siyasî û aborî de xwe ji Qeterê qut bikin, hinan jî gavavêtinên Tirkiyê wekî nîşaneya avakirina hevalbendiyên nû dîtin.

Di dema destpêkê de Tirkiyê 5 hezar leşker li Qeterê belav kir, baregeha Tariq Bin Ziyad a Tikriyê ji mezintirîn baregeh bû û hejmara hêzên leşkerî yên li wir zêdetirî 16 hezar leşkerî bû.

Di aliyekî din de û ji destpêka her 4 dewletên Ereban biryara boykotkirina Qeterê dan, yekser Qeterê bi Îranê re peyman mohr kir.

Qeterê balyozê xwe di 23`ê Tebaxa 2017`an de vegerand Tehranê û di Tebaxa 2019`an de piştî ku Qeterê û Îranê muzekereyek der barê sînorên xwe de mohr kir, sînorê xwe yê deryayî ji bo pasdarên sînor ên Îranê vekir, da ku bey şert û merc tev bigerin.

Di civîna dîplomasî ya sînorî ya di navbera Tehranê û Dewhayê de ku li paytexta Îranê hate lidarketin, Fermandarê Peravên Îranê Qasim Ridaî diyar kir, ku di navbera wan de têkilî heye û hevkaniyeke dîrokî û aboriyeke baş hene.

Her wiha Dewha û Tehranê der barê tetbîqatên li herêmê li hev kirin û ji destpêka boykotkirina Kendavê ve her du alî serdana hev dikin.

ꞌꞌNÎŞANEYÊN ÇARESERIYÊ Û GIRÎNGIYA DAWÎKIRINA TÊKILIYÊN BI TIRKIYÊ Û ÎRANÊ RE"

Di hefteyên derbasbûyî de, rêveberiya serokê Amerîkayê Donald Trump ku hikumê wî bi dawî bûye, bi hevkariya Kiwêtê hewldana dawîkirina aloziya Kendavê û mohrkirina peymanê kir.

Têkildarî vê yekê 2 vê mehê şêwirmendekî Koşa Spî û zavayê Trump Jared Kushner û şandeyek berê  xwe da Qeterê.

Wezîrê Karên Derve yê Kiwêstê Ehmed Nasir El-Mihemed El-Sebah got ku Siûdiyê û Qeterê amade ne dawî li nakokiyên xwe bînin û têkildarî lihevanîna Kendavê dan û standin hebûn.

Li aliyekî din jî Wezîrê Karên Derve yê Qeterê Şêx Mihemed Bin Abdullrehman Al Sanî anî ziman ku ji bo dawîkirina nakokiyên li herêma Kendavê hin hewldan hene û ne pêkan e ku çareserî çêbibe yan jî ev hewldan dê çareseriyê bi xwe re bîne.

Di kongreyê online de Wezîrê Karên Derve yê Siûdiyê Emîr Feyserl Bin Ferhan da zanîn ku heta astekê hêviyên wî hene û tiştek nemaya ku ji bo nakokiyên di navbera welatan de peymanekê diyar bikin.

Ajansa Bloomberg ku agahiyên xwe dispêre 3 çavkaniyan diyar kir, ku Siûdiyê û Qeterê dê peymanekê îmze bikin û dawî li ankokiyên xwe yên ji beriya 3 salan ve bînin.  

Hin çavkaniyan diyar kir ku têkildarî nêzîkatiyên ji Qeterê re Siûdiyê, Behreyn, Îmarat û Misirê bi biryarên xwe ve girêdayî ne, ji wan qutkirina têkiliyên di navbera Qeterê û Îranê, qutkirina têkiliyên bi komên Îxwan El-Musilmîn, her wiha girtina kanala Cizîrê û girtina baregeha leşkerî ya Tirkiyê ya li Qeterê, lê Qeterê re dike.

"TÊKILÎ QUT NEBÛNE"

Têkildarî mijarê Gerînendeyê Rêveber ê Navenda Erebî ya Lêkolînên li Qahîrayê Hanî Silêman got ku diyalogên siûdî-qeterî pêşde çûne, isbata vê yekê hin raporan behsa nêzîkatiyên bi navbeykariya Amerîka-Kiwûtê kirin. Hanî Silêman dibêje ku Têkiliyên di navbera Riyadê, Dewha û tayên navbera her du aliyan de berê hebûn û qut nebûne, lê hinek der barê nakokî çêbûbûn.

Hanî Silêman da zanîn ku lihevanîna her du aliyan dê çêbibe, lê kengî û çawa ev ew tiştekî din e û heke Siûdiyê û Qeterê li hev werin di baweriyê wî de li herêmê û dewletên Ereban jî dê guhartinên erênî çêbibin û herî kêm dê derfetê bide Meclisa Hevkariya Kendavê ku çalakiyên xwe zindî bike.

Hanî Silêman destnîşan kir ku lihevanîna Siûdiyê û Qeterê girêdayî çareserî û helwesta girêdayî dan û standina bi Îranê re ye, ji ber ji erka wê ye ku rola Îranê lawaz bike, di heman demê de ji bo doza Filistînê jî divê rêyekê veke, ji ber dibe ku di  navbera Siûdiyê û Qeterê de roleke girîng bilîze.

ENCAMÊN PEYMANA LI SER BINGEHA PROJEYÊN TIRKIYÊ  Û ÎRANÊ

Hanî Silêman di nava gotinên xwe de îşaret bi encamên lihevanîna qaşo li ser projeyên Tirkiye û Îranê yên li herêmê kir, û got ku yek ji xakên bandorê li lihevanîna her du welatan dike, lawazkirina rola Tirkiye û Îranê ye, herî kêm dê Dewhayê rolekê di aramiyê de bilîze û têkildarî reftarê Îranê ji Siûdiyê re dê hevsengiyekê çêke, heta dibe ku ji bo rewşa Yemenê û hin dosyayên din ê wekî Lîbyayê jî gaveke baş e.

Têkildarî têkiliyên Siûdiyê û Qeterê jî dibe ku têkildarî Tirkiye hîn zêdetir hevsengî çêbibe, ji ber nabe ku mirov bêje Qeterê dê dev ji Tirkiyê berde yan jî guhartineke çêbibe, lê belê herî kêm dê hevsengiyek çêbibe û dê Qeterê bi temamî derbasî qada Îranê û Tirkiyê nebe.

"HEKE QETERÊ DEV JI SIYASETA XWE YA DESTWERDANÊ BERDE, DIBE KU LIHEVANÎN BERFIREHTIR BIBE"

Di dawiyê de Gerînendeyê Rêveber ê Navenda Erebî ya Lêkolînan Hanî Silêman got ku diyalogên Siûdiyê û Qeterê bi armanca lihevkirina di gelek dosyayan de ye, heke Qeterê dev ji siyaseta xwe ya destwerdanê bike, dibe ku bi hin dewletên din re jî li hev bike. Ji van siyasetên ku dimeşîne; piştgiriya ji têkiliyên îslama siyasî re, piştgiriya ji hin aliyan re nexasim li  Lîbyayê û komên îslma siyasî yên li Tirkiye û dosyaya Yemenê û piştgiriya ji helwesta Îranê re, ji be rev dosya hemû ji bo welatên/ okyanûsa Ereban girîng in.

(eh)

ANHA