​​​​​​​Seroka Child Focus: Divê civaka navneteweyî erka xwe ya li hemberî koçberan bi cih bîne

Seroka Rêveber a Saziya Child Focus Heidi de Paolo diyar kir ku zarokên ku ji ber êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê koçber bûne, di trajediyeke rasteqîn de ne. Heidi de Paolo her wiha got, piştgirî û alîkariya bi koçberan re erkeke exlaqî ye divê civaka navneteweyî pêk bîne.

​​​​​​​Seroka Child Focus: Divê civaka navneteweyî erka xwe ya li hemberî koçberan bi cih bîne
11 kanûn, 2020   02:19
NAVENDA NÛÇEYAN- EHMED MIHEMED

Seroka Rêveber a Saziya Child Focus a piştgirî û parastina zarokên wenda, revandî û qurbaniyên destdirêjiya cinsî Heidi de Paolo têkildarî serdana xwe ya kampên koçberan ên li herêmên Rêveberiya Xweser ji ANHA'yê re axivî.

Şandeyek ji endamên Parlamentoya Belçîkayê George Dalmani û Philip Fanstatekiste, Gerînendeyê Weqfa Navneteweyî ya Qurbaniyên Terorê Kuayin Mastu, Seroka Rêveber a Saziya Child Focus a piştgirî û parastina zarokên wenda, revandî û qurbaniyên destdirêjiya cinsî Heidi de Paolo pêk tê, serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û bi saziyên rêveberiyê re hevdîtin pêk anîn û rewşa koçberên di kampan de şopand.

Heidi de Paolo diyar kir ku cara sêyemîn e ku serdana Rojava dike û got: "Ev cara sêyemîn e ku serdana Rojava dikim, da ku rewşa zarokên belçîkî yên li kampên Hol û Roj ên bûne qurbaniyên terorê bişopînim. Em dibînin ku berpirsyartiya tevahî dewletên endam e ku bi zarokên xwe re eleqedar bibin û alîkarî bi kurdan re were kirin, nemaze zarokên ku ji ber van şeran azaran dikişînin."

Heidi de Paolo destnîşan kir ku şêniyên ji ber êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên bi navê "Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê" bi zorê ji warê xwe hatine koçberkirin û di kampên Rêveberiya Xweser de dijîn, bi taybetî zarok di trajediyeke rasteqîn de ne û wiha domand: "Dema ku şer hebin wê gelek qurbanî jî hebin, lê rêjeya herî mezin zarok in, ji ber ku herî zêde ew ziyanan dibînin. Ji ber vê yekê dibêjin ku berpirsyartiya mijûlbûna bi wan zarokan û alîkariya bi rêveberiyê re dikeve ser milê civaka navneteweyî."

Heidi de Paolo got ew ê azarên zarokên ku serdana wan kirine bigihîne raya giştî û civaka navneteweyî û wiha pê de çû: "Zarokên di kampan de yên ku min serdana wan kirin, pêwîstiya wan bi cil, kon û perwedeyê heye. Divê civaka navneteweyî erka xwe di vê derbarê de bi cih bîne."

Seroka Rêveber a Saziya Child Focus a piştgirî û parastina zarokên wenda, revandî û qurbaniyên destdirêjiya cinsî Heidi de Paolo di dawiya axaftina xwe de got, divê civaka navneteweyî, Ewropa û Belçîka erka xwe ya exlaqî li hemberî qurbaniyên şer ên Sûriyê bi taybet gelê Kurd ê ku li DAIŞ'ê de têk birin pêk bîne, ji ber ku zarokên wan layiq in ku mîna hemû zarokan bijîn.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/nRS0fr-3I3o" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>