​​​​​​​'Li Tirkiyê dozger sûcdar e wê demê dê çawa qanûnan deyne?'

Şêwirmenda Qanûnî ya Rêxistina Sara ya Têkoşîna Tundiya li Dijî Tundiya li ser Jinan, êrişa zayendî ya gundê Kercews a Batmanê ya Bakurê Kurdistanê şermezar kir û got ku li Tirkiyê mafên jinan paş vegeriyaye.

​​​​​​​'Li Tirkiyê dozger sûcdar e wê demê dê çawa qanûnan deyne?'
11 kanûn, 2020   01:26
QAMIŞLO-SILAVA ABDULREHMAN

Li gundê Kercews a Batmanê ya Bakurê Kurdistanê zarokeke 15 salî ku ji ber êşa zikê xwe çibû nexweşxaneyê, diyar bû ku ducanî ye.

Di encama giliyan de, du mêrên bi navê V.A û M.A. hatin girtin. Li gorî rapora ajansa Jin Newsê ya 5'ê vê mehê polîs,çawişên pispor û cerdevan jî di nav de 27 kes tevlî vê êrişa cinsî bûne lê bi tenê navê 11 kesan li vê lêpirsînê hatibû zêdekirin.

Ev bûyer li gelek deveran bi çalakiyên cûr bi cûr tê şermezarkirin.  Jinan li ser torên medya civakî Li ser torên dîjîtal civakî bi etîketa ‘#GercüşteNeOluyor’ kampanyeke dan destêkirin û banga muhasebekirina êrişkaran kirin. Berpirs û Parlamanterên HDP`ê beşdarî vê kampanyayê bûn bûn.

Li ser mijarê Şêwirmenda Qanûnî ya Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser jinan ya kantoan Qamişlo Neda Hisên Melekî bûyer şermezar kir û wiha got: "Di serdema Erdogan de mafên jinan paş ve vegeriyaye, bêyî cezayan sûc li dijî jinan tên kirin îro jî bûyereke hovane li rêzebûyeran zêde dibe."

Neda Hisên Melekî diyar kir, ku li Tirkiyê tundiya li dijî jinan bûye beşeke tarî ji jiyana rojane û got: " Rojane jin tên tecawizkirin, nexasim jinên Kurd. Ji ber dizanin ku jinên Kurd avakerên civakê ne."

Li gorî rapora Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, ji destpêka ku dewleta Tirk a dagirker, Efrîna di 2018’an de dagirkiriyê zêdetirî hezar sûcên revandinê û 290 bûyerên girtina jin û zarokan hatin belgekirin.

Neda Melekî destnîşan kir ku sûcên dewleta Tirk a dagirker li Tirkiyê sînordar nemaye, lê belê derbasî herêmên ku dagir kirine mîna Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî bûne.

Neda Hisên Melekî anî ziman ku li Tirkiyê qanûn hene, lê pêk nayên û qanûnên ku hatine danîn, parastina jinan nakin, ji ber ku armancên wê yên siyasî yên girêdayî kesê siyasetmedar a ku desthilatê werbigire û ev jî di şexsê Erdogan de ye.

Şêwirmenda Qanûnî ya Rêxistina Sara ya Têkoşîna Tundiya li Dijî Tundiya li ser Jinan Neda Hisên Melekî ev pirs kir:"Li Tirkiyê dozger sûcdar e, wê demê dê çawa qanûnan deyne?"

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/5yZ07JyqrEw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>