ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04- 12-2020`AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04- 12-2020`AN
4 kanûn, 2020   00:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Komeleya Çandî ya Suryan li navenda xwe ya li navçeya Tirbespiyê şahiyekê ji bo zarokan li dar dixe, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rêwî û sehrîcên li ser rêya Til Temir-Zirganê re derbas dibin, rasterast dibin armanca êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê. Şênî bang li Rûsyaya "Garantor" dikin ku erka xwe bi cih bîne û tevgera çûn û hatina wan biparêze. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Cîgirê hevserokatiya Meclisa kantona Girê Spî bang li eşîrên li herêmên dagirkirî kir ku li dijî sûcên artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bisekinin û got: "Piştî planên çeteyan ên ketina navçeya Eyn Îsayê têk çûn, tola xwe ji şêniyên li kantona dagirkirî hildidin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê Mihemed Elî El-Ebo bang li civaka navneteweyî kir ku lêpirsînekê derbarê sûcên dewleta Tirk ên li dijî sivîlan li herêmên dagirkirî vekin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Kesên ku ji “Pêşmergeyên Roj” veqetîne bang li endamên wê komê kirin ku vegerin Rojava, tev li Hêzên Sûriya Demokratîk bibin û bi pey berjewendiyên partiyan nekevin ku perspektîf û fermanên dewleta Tirk a dagirker pêk tînin.

POLÎTÎKA

- Siyasetmedaran bal kişandin ser peymana di navbera Hewlêr û Bexdayê de ya têkildarî rêvebirina Şengalê û gotin "Armanca vê peymanê têkbirina ola êzidî û Rêveberiya Xweser a Şengalê ye." (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Hevserokê Meclisa TEV-DEM`ê ya herêma Firatê Osman Xelef diyar kir ku helwestên PDK`ê li ser Başûrê Kurdistanê xeternak in. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Komîteya Aborî ya Reqayê bi armanca ku pêşî li berbelavbûna vîrusa Koronayê bigire û barê sekinandina şêniyên bi saetan li pêş firnan sivik bike biryar da ku nan bi rêya meclisên taxên li bajêr belav bike.  (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA