Xwepêşandanên li Silêmaniyê berfireh dibin

Şêniyên navçeya Şarezurê ya Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê jî li dijî nedayîna mûçe, rewşa xerab, gendelî û sîstema hikûmraniyê dest bi xwepêşandanê kir. Şêniyan rêya sereke ya Kelar-Silêmaniyê girt.

Xwepêşandanên li Silêmaniyê berfireh dibin
3 kanûn, 2020   19:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Nerazîbûn û xwepêşandanên li dijî nedayîna mûçe, rewşa xerab, gendelî û sîstema hikûmraniyê berfireh dibin. Ciwanên bajarokê Zerade yê bi ser navçeya Şarezurê ve di saetên şevê de daketin ser cadeyan û dest bi xwepêşandanê kir.

Xwepêşandêrekî ji Rojnews’ê re wiha got, “Armanca me ya vê xwepêşandanê ew e ku em nerazîbûna xwe li dijî rewşa xirab a ku hikumeta Başûrê Kurdistanê bi serê gel de aniye û hay ji rewşa şêniyan tune ye, eşkere bikin. Em piştgiriyê xwepêşandana Silêmaniyê dikin û bang li xelkê Başûrê Kurdistanê dikin ku li dijî vê desthilata gendel ku jiyana gel wêran kiriye rabin ser piyan.”

Xwepêşandêran li ser rêya sereke ya Kelar-Silêmanî bi şewitandina tekel û danîna keviran rê ji çûnûhatinê re girtiye.

Xwepêşandan berdewam dike.