Rastiya "Pêşmergeyên Roj" ji devê endamên wê yên berê (4)

Kesên ku ji “Pêşmergeyên Roj” veqetîne bang li endamên wê komê kirin ku vegerin Rojava, tev li Hêzên Sûriya Demokratîk bibin û bi pey berjewendiyên partiyan nekevin ku perspektîf û fermanên dewleta Tirk a dagirker pêk tînin.

Rastiya "Pêşmergeyên Roj" ji devê endamên wê yên berê (4)
4 kanûn, 2020   01:02
NAVENDA NÛÇEYAN- ŞERVÎN MISTEFA

Kesên ji “Pêşmergeyên Roj” veqetîne bang kirin: Nekevin pey pîlanên berjewendiyên partiyan"

BANGÊN JI BO VEGERA ROJAVA Û PARASTINA WÊ

Di raporên berê de kesên ji “Pêşmergeyên Roj” veqetîne, qala xapandinê kirin û diyar kirin ku îstixbaratên dewleta Tirk çavdêriya wan koman dike û wan li gorî dilê xwe tevdigerîne. Her wiha da zanîn ku koma navborî ji bo pêkanîna berjewendiyên partiyetî li ser hesabê berjewendiyên gelê Kurd, dihat bikaranîn.

Di vê beşê de, heman kesên ji “Pêşmergeyên Roj” veqetîne dîsa behsa xapandina ku rastê hatine kirin û bang li endamên “Pêşmergeyên Roj” kirin ku li peyî siyasetên ku xizmeta dijminên gelê Kurd dikin, nekevin û vegerin Rojava û wê biparêzin.

 ‘KAMP VEGUHERANDIN NAVENDÊN LEŞKERKIRINÊ’

Kampên koçberiyê veguherandin navendên leşkerkirina ciwanan di nava “Pêşmergeyên Roj” de, piştî ku PDK nehiştin ew ji kampê derkevin û li Başûrê Kurdistanê kar bikin. Bi wê yekê ji bilî tevlêbûna nava pêşmergeyan li hemberî pereyan, tu rêyên din li pêş ciwanan nema.

Di çarçoveya siyaseta valakirina herêmê ji şêniyên wê de, hêzên PDK`ê ciwan teşwîqî koçberiyê dikirin.  Aldar Omer Şiblî yê ji bajarê Hesekê sala 2012`an piştî ku koçberî Başûrê Kurdistanê bû, tev li “Pêşmergeyên Roj”.

Şiblî anî ziman ku ew jî wekî gelek ciwanan din rewşa wan a aborî zehmet bû, ji ber wê yekê qebûl kir ku tev li refên pêşmergeyan bibe. Her wiha Şiblî destnîşan kir ku kesên li ser kampan disekinîn ciwanên li kampê bi pereyan teşwîq dikirin da ku tevlê bibin û îdia dikirin ku dê wan bişînin Rojava.

Şiblî tekez kir ku ew hatiye xapandin û got: “Hikumetê digot ku dê ew kom ji bo parastina gelê Kurd ji bo Rojava bê şandin.”

 ‘NEHIŞTIN KU CIWAN VEGERIN ROJAVA Û PARASTINA WÊ BIKIN’

 “Pêşmergeyên Roj” bi destpêkirina Şoreşa Rojava û avakirina Yekîneyên Parastina Gel (YPG) re hate avakirin. Anku dema ku herêm ji aliyê çeteyên Cebhet Nusra û alîgirên wê ve rastî êrişên mezin dihat, ku wê demê  şervanên YPG`ê û YPJ`ê li hemberî wan koman û li hemberî hemû êrişan li ber xwe dan û gelek herêm rizgar kirin.

Şiblî piştrast kir ku dema çeteyên Cehbet Nusra êrişî herêmê dikirin, bi dehan ciwanan xwestin vegerin Rojava, lê belê Encûmena Nîştimanî ya Kurdî(ENKS) nehişt ku “Pêşmergeyên Roj” vegerin Rojava û tev li YPG`ê bibin.

 ‘HEMLEYÊN ÇAPEMENIYÊ JI BO REŞKIRINA RASTIYAN’

Şiblî di axaftina xwe de diyar kir ku dezgehên çapemeniyê yên Başûrê Kurdistanê dem dem hemleyên çapemeniyê dest pê dikirin da ku Hêzên Sûriya Demokratîk reş bikin û wiha got: “Wê demê hemleyeke reşkirinê ya çapemeniyê ya mezin li hundir û derve li dijî Hêzên Sûriya Demokratîk hebû, bi taybetî jî ji aliyê efseran ve.”

Her wiha Şiblî bi lêv kir ku efseran tirs dixistin nava ciwanên ku tev li wan bûne û îdia dikirin ku her kesê vegere Rojava dê ji aliyê QSD`ê ve bê girtin. Bi vê yekê rê li ciwanan digirtin û nedihiştin ku vegerin Rojava û wê biparêzin.

Şiblî wiha lê zêde kir: “Berxwedana QSD`ê li dijî çeteyên DAIŞ`ê û parastina gelê Rojava ji komên terorîst, hişt ku pêşmerge ji xwe şerm bikin. Ev rastiyeke bi êş e û nayê înkarkirin. Di demekê de ku em li Başûr rûniştî bûn, li Rojava yên ji bo parastina malbatên me li ber xwe didan hebûn.”

 ‘HÊZEKE TAYBET LI DIJÎ KURDAN’

Aldar Omer Şiblî di axaftina xwe de bi bîr xist ku îstixbaratên dewleta Tirk hêzeke taybet di nava “Pêşmergeyên Roj” de ava kir û wiha domand: “Îstixbaratên dewleta Tirk hin endamên pispor ên di lîwa 3`an “Hêza 3`an” de perwerde kirin û xurt kirin. Armanca van koman şerkirina li dijî gerîlayên li Başûr û çiyayên Kurdistanê û Hêzên Sûriya Demokratîk ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû.”

 ‘VEGER..’

Piştî çend salan di nava “Pêşmergeyên Roj”de û piştî ku rastiya wê komê nas kir, Aldar Omer Şiblî sala 2018`an vegeriya Rojava. Şiblî li ser wê yekê dibêje: “Piştî ku min rastî nas kir, min biryara vegerê da. Di 2018`an de ez vegeriyam û tev li QSD`ê bûm. Niha ez di nava refên QSD`ê de cihê xwe digirim.”

Şiblî bang li hemû endamên “Pêşmergeyên Roj” û her kesê ku hevkariya dewleta Tirk a dagirker dike kir ku dûrî planên li dijî berjewendiyên gelê Kurd bikevin, vegerin warê xwe û tev li refên QSD`ê bibin da ku malbat û gelên xwe biparêzin.

Cangîr Ehmed Tahir ê ji bajarê Qamişlo destpêka sala 2012`an koçberî Başûrê Kurdistanê bû û destpêka 2015`an tev li nava “Pêşmergeyên Roj” bû. Cangîr jî wekî kesên din, ji aliyê berpirsekî gurûpa çekdar ve hate xapandin ku jê re gotibûn ew ê vegerin Rojava û li dijî komên ku gelê Kurd dikin hedef şer bikin.

Ehmed Tahir dibêje: “Li ser esasê vegera Rojava, em tev li Pêşmergeyên Roj bûn. Lê ew yek çênebû. Me tenê êrişên li ser Rojava pêk tên, li ser televizyonan temaşe dikir.”

Cangîr Ehmed Tahir ku 45 rojan perwerdeya leşkerî dîtibû, piştrast kir ku ew ji aliyê îstixbaratên dewleta Tirk ve hatin perwerdekirin.

Ehmed Tahir li bendava Mûsilê li dijî çeteyên DAIŞ`ê şer kir û destpêka 2016`an li gundê Tax ê li qezqaya Şengalê birîndar bûbû. Tahir wiha got: “Piştî ku ez birîndar bûm, wan dev ji min berda. Ez neçar mam vegerim û li ser hesabê xwe tedawî bibim.”

 ‘GOTIN; HÛN BEŞÊ ME YÊ LEŞKERÎ NE!!

Cangîr Ehmed Tahir di axaftina xwe de wiha behsa civîna di navbera “Pêşmergeyên Roj” û ENKS`ê de kir: “Berpirsên Encûmena Nîştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) bi me re civiyan û gotin em beşê wan ê leşkerî ne. Lê belê endaman ew gotin red kirin û endamên ENKS qewitandin. Em tev li hêza leşkerî bûn da ku em herêmên xwe biparêzin, ne ku em girêdayî meclisekê bin ku nûnertiya Kurdan nake û bi pey berjewendiyên xwe yên şexî dikeve.”

 ‘DEWLETA TIRK DIJMINA KURDAN E’

Cangîr Ehmed Tahir destnîşan kir ku wan destpêkê nizanibû ku yên li ser wan disekinin efserên îstixbarata Tirkiyê ne û wiha got: “Lê belê dema ku rastî eşkere bû, min biryar da ez vegerim Rojava û tev li QSD`ê bibim.”

Ehmed Tahir her wiha şandina “Pêşmergeyên Roj” ji bo çiyayên Kurdistanê rexne kir û wiha pê de çû: “Mixabin ku niha hêzên pêşmergeyan berê xwe didin Herêmên Parastinê yên Medyayê ku hêzên gerîla li wir in. Pêwîst e em zanibin ku dewleta Tirk dijmina gelê Kurd e û divê pêşmerge bi pey siyasetên ku xizmeta dijminên Kurdan dikin, nekeve.”

Cangîr Ehmed Tahir di dawiya axaftina xwe bang li endamên “Pêşmergeyên Roj” kir ku vegerin warê xwe û got: “Divê hûn vegerin ser xeta rast, vegerin welatê xwe. Heke niyeta we pere bin jî, hikumetê pere jî ji ser we qut kirin.”

(cx)

ANHA