Li Almanyayê ji bo çeteyê DAIŞ’ê cezayê girtîgehê

Li Dadgeha Bilind a Parêzgeha Stuttgartê ji ber çetetiya DAIŞ’ê ceza hate dayîn.

Li Almanyayê ji bo çeteyê DAIŞ’ê cezayê girtîgehê
3 kanûn, 2020   17:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Senatoya Cezayê 5’an a Dadgeha Herêma Bilind a Stuttgarta ku serokatiya wê Herbert Anderer dike, ji bo welatiyek 32 salî yê Elman, ji ber “Endamtiya DAIŞ”’ê bi giştî 5 sal û 6 meh ceza hate dayîn.

Senatoyê ji 12’ê Mijdara 2018’an heta niha 83 rojan mûzakere kir, bi giştî 87 şahid û kesên dizane guhdar kir.

Sûçbar Hezîrana 2015’an diçe Başûrê Kurdistanê bajarê Hewlêrê, herî dawî destpêka sala 2016 tevlî çeteyên DAIŞ dibe. Erka wî çeteyek DAIŞ’ê yê pile bilind bû ku li Hewlêrê hevbendiyê di nava weiz û meleyekê navdar de bike.

Di dawiya meha Tîrmeha 2016’an sûçbar disa diçe Hewlêrê û weke armanc avahiya Serokwezîr a li vir çavdêrî dike. Dema wêneyan dikêşe ku ji bo DAIŞ’ê bişîne, ev rewş derdikeve holê û 2 meh ceza dixwe. Piştî çend meha ku sûçbar ji girtîgehê derdikeve, Tîrmeha 2017’an dîsa vedigere Elmanyayê.

Biryara hatî dayîn ne encam e. Sûçbar û Serdozgarê Federal ê li Dîwana Edelata Federal, xwedî mafê îtiraza li dijî biryarê ye.

Senatoyê, di çarçoveya mehkûmkirinê de, derbarê sûçbar de biryarek nû ya girtinê da.

Çavkanî: ANF