QSD`ê li Til Hemîsê du çeteyên DAIŞ`ê girt

QSD`ê du çeteyên ji şaneyên DAIŞ`ê li navçeya Til Hemîsê ya başûrê Qamişlo girt.

QSD`ê li Til Hemîsê du çeteyên DAIŞ`ê girt
18 mijdar, 2020   12:31
QAMIŞLO

Li gorî agahiyên ku Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê belav kiriye, hêzên QSD`ê û bi operasyoneke hevbeş bi Kooalîsyona Navneteweyî re, du çeteyên ji şaneyên DAIŞ`ê girtin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê anî ziman ku operasyon li herêma Til Hemîsê ya başûrê kantona Qamişlo pêk hatiye û bi çeteyên ku hatine girtin re, cebilxane û madeyên teqemeniyê jî hatin desteserkirin.

ANHA