​​​​​​​HPG’ê li Çelê li artêşa Tirk a dagirker da

HPG’ê ragihand ku Hêzên Parastina Hewayî ya Şehîd Delal di 17’ê Mijdarê de li Girê Şehîd Bager a li navçeya Çelê ya Culemêrgê li dagirkeran xistiye.

​​​​​​​HPG’ê li Çelê li artêşa Tirk a dagirker da
18 mijdar, 2020   12:47
NAVEND NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Heftanînê de gerîlayên HPG’ê li Girê Şehîd Berxwedan a li Xantûrê li dagirkeran daye.

HPG’ê wiha da zanîn: “Hêzên me yên Parastiya Hewayî ya Şehîd Delal di 17’ê Mijdarê de saet di 16.30’an de bi wesayîtên hewayî yên bêmirov li Girê Şehîd Bager a Çelêya Colemêrgê li hêzên dagirker daye. Wesayîtên hewayî li hedefa xwe dane û çalakî serkeftî bi encam bûye. Hejmara dagirkerên li vir hatine cezakirin, nehatiye zelalkirin.

Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Heftanînê de di 16’ê Mijdarê de saet di 12.40’an de li Girê Şehîd Berxwedan a Xantûrê ya li Heftanînê bi sûîkastê li dagirkeran daye. Di vê çalakiyê de dagirkerek hatiye cezakirin.

Artêşa Tirk a dagirker ya ku di 14’ê Mijdarê de li Qada Bedewê, Girê Şehîd Mûnzûr û gundê Nêrwe ya Zapê operasyon dabû destpêkirin, qedemeyekê xwe vekişandiye. Dagirker hê jî li qada Kinyanîşê ne.

Artêşa Tirk a dagirker di 16’ê Mijdarê de saet di navbera 11.00-13.00’an de bi balefirên şer li dora Girê Şehîd Mûnzûr a qada Zapê de dan.”