Li başûrê Yemenê 50 kes hatin kuştin

Rayedarên ewlehiyê yên Yemenê diyar kir ku ji destpêka vê hefteyê ve nêzî 50 kes di encama şerê hikumeta Yemenê û meclisa demkî ya başûrê welêt de hatin kuştin.

Li başûrê Yemenê 50 kes hatin kuştin
18 mijdar, 2020   12:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Associated Press ku agahiyên xwe dispêre rayedarên ewlehiyê, eşkere kir ku herî kêm 47 kes ji hêzên hikumeta Yemenê û meclisa demkî ya başûrê welêt hatine kuştin û 90 kesên din birîndar bûne.

Rayedarên ku nexwest navên wan kişf bibe, got şer zêdetir li bajarê Zincibar li herêma qezeya Abîn diqewimî.

)dm)