Ewropa cezayên li Tirkiyê heta salekê dirêj kir

Konseya Ewropayê bi biryarekê ragihandin ku wê cezayên li dijî dewleta Tirk ên ji ber çalakiyên wên ne rewa li rojhilatê deryaya Spî heta 12'ê Mijdara 2021'an dirêj bike.

Ewropa cezayên li Tirkiyê heta salekê dirêj kir
6 mijdar, 2020   14:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Ev ceza ji qedexekirina çûn û hatina ber bi Yekitiya Ewropa ve û cemidandina pereyên kes û saziyan pêk tê. Her wiha qedexe ye ku mirov û saziyên Yekitiya Ewropayê pere ji kesên ku lîsteya cezayên Ewropî de ne peyda bike.

Hêjaya bi bîrxistinê ye ku Konseya Ewropayê ji ber çalakiyên Tirkiyê yên ne rewa li rojhilatê deryaya Spî 17 û 18'ê Cotmeha 2019'an rêze ceza li Tirkiyê birî. Yekitiya Ewropayê piştgiriya xwe ji Qibirsê re ragihand.

Konseya Ewropayê bang li Komserî û Daîreya Karên Derve ya Ewropayê kir ku ku di çarçoveya tedbîran de pêşniyarên xwe pêşkêş bikin.