Biden nêzî serokatiya DYA`yê dibe

Namzetê Partiya Demokrat Jeo Biden zêdetir nêzî serokatiya DYA`yê dibe. Li gorî encamên dawîn, li wîlayetên Georgia û Pensylvania pir ferq di navbera Biden û Trump de tune ye, lê belê li Nevadayê Biden li pêş e.

Biden nêzî serokatiya DYA`yê dibe
6 mijdar, 2020   10:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Associated Press li gorî encamên dawîn Biden 264 deng, Trump jî 214 deng bi dest xistine.

Encam didin diyarkirin ku pêwîstiya namzetê demokrat Biden bi 6 dengan heye da ku bigihêje 270 dengan û bibe serokê DYA`yê. Li Nevadayê ferqa di navbera Trump û Biden de pir e û gihîştiye 11 hezar û 438 dengan û heke Biden li vê wîlayetê bi ser bikeve dê bibe serokê DYA’yê.

Li wîlayeta Georgia ya girîng ji bo hilbijartinên DYA’yê, piştî hejmaretina ji sedî 99 ji dengan ferqa di navbera Trump û Biden de kêm bû û daket 665 dengan. Raporên çapemeniyê jî diyar kir ku heke Biden li Georgiayê bi ser bikeve, dê 16 delegeyan bi dest bixe.

(cx)