​​​​​​​Hannah Newman: Rêveberiya Xweser dikare ji bo Sûriyê û Rojhilata Navîn bibe nimûne

Hannah Newman di hevdîtina xwe ya li gel Bedran Çiya Kurd de destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser tecrubeyeke serkeftî ye û dikare ji bo tevahî Sûriyê û Rojhilata Navîn bibe nimûne. Her wiha diyar kir ku bêyî Rêveberiya Xwerser ne pêkan e ku aloziya Sûriyê çareser bibe û destnîşan kir ku girtina dergeha Til Koçer biryareke xerab e. Çiya Kurd jî got dem hatiye ku Ewropa sînorekî ji dewleta Tirk re deyne.

​​​​​​​Hannah Newman: Rêveberiya Xweser dikare ji bo Sûriyê û Rojhilata Navîn bibe nimûne
6 mijdar, 2020   09:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Endama Parlamentoya Ewropayê (PE) Hannah Newman duh di çarçoveya serdanên xwe yên saziyên Rêveberiya Xweser û saziyên civaka sivîl de, bi cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd re hevdîtinek pêk anî.

Di hevdîtinê de, pêşketinên siyasî û leşkerî yên li Sûriyê û herêmên Rêveberiya Xweser, hatin nîqaşkirin û der barê dozên sereke de nêrîn hatin parvekirin. Bedran Çiya Kurd bal kêşa ser rola neyînî ya dewleta Tirk ku ji ber piştgiriya tundraw û çeteyan êdî gefê li ewlehiya herêmê û Ewropayê dixwe.

Çiya Kurd di axaftina xwe de îşaret bi girîngiya xebatên hevbeş ji bo sekinandina rejîma Tirk kir ku piştevanê îslama siyasî ye û bi wê yekê gefan li hemiyan dixwe û wiha got: “Çalakiyên terorî yên dawîn li Fransa û Awisturyayê, berdewama kiryarên rejîma Tirk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.”

‘DEM HATIYE KU YEKITIYA EWROPAYÊ SÎNOREKÎ JI SIYASETÊN DEWLETA TIRK RE DEYNE’

Çiya Kurd da zanîn ku dem hatiye ku Yekitiya Ewropayê (YE) sînorekî ji kiryarên dewleta Tirk û siyaseta wê ya dijminahiya Ewropayê û herêmê re deyne.

Her wiha bal kişand ser girîngiya pejirandina Rêveberiya Xweser û beşdarkirina wê di çalakiya siyasî de, ji ber ku bêyî wê ne pêkan e ku sîstemeke siyasî ya demokratîk li herêmê bê avakirin. Heke ev yek pêk neyê, dê ji nû ve derxistina sîstemên zordar be.

Çiya Kurd xwest ku piştevaniya siyasî, mirovî û hiqûqî ji Rêveberiya Xweser re di asteke bilind de wekî alîkariya ku Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê pêşkêşî QSD`ê kiriye, pêk bê. Her wiha xwest ku serkeftinên leşkerî veguherin destkeftiyên siyasî ku dê bibe tekane rêbaza têkbirina terorê û têkbirina planên dewleta Tirk.

‘BÊYÎ BEŞDARBÛNA RÊVEBERIYA XWESER NE PÊKAN E KU ALOZIYA SÛRIYÊ ÇARESER BIBE’

Endama PE’yê Hannah Newman jî got dewleta Tirk bûye sedema gelek pirsgirêkan ji bo cîhanê û bi taybetî ji bo YE`yê û diyar kir ku YE piştgiriyê dide beşdarkirina Rêveberiya Xweser di dan û standinên Cinêvê û civînên siyasî yên ji bo çarserkirina aloziya Sûriyê, ji ber ku bêyî beşdarbûna Rêveberiya Xweser di dan û standinan de ne pêkan e ku aloziya Sûriyê çareser bibe.

‘RÊVEBERIYA XWESER TECRUBEYEKE SERKEFTÎ YE’

Hannah her wiha behsa tecrubeya Rêveberiya Xweser jî kir û got: “Nimûneyeke pirreng e ku hemû pêkhateyên herêmê (olî, etnîk) û jinan beşdarî rêveberiyê dike. Ew tecrubeyeke pir serkeftî ye. Ne tenê herêm dikare sûdê ji vê tecrubeye wergire, lê ji bo tevahî Sûriyê û Rojhilata Navîn jî dibe ku bibe nimûne.”

‘GIRITINA DERGEHA TIL KOÇER, BIRYAREKE PIR XERAB BÛ’

Hannah Newman piştrast kir ku divê welatên Ewropayê û welatên rojavayî girîngiyê bidin vê herêmê. Her wiha destnîşan kir ku biryara girtina dergeha Til Koçer (Yerûbiyê) biryareke pir xerab bû û wiha got: “Ji lew re divê bi awayekî yekser piştgiriya Rêveberiya Xweser bê kirin. Dê parlamenterên Ewropayê di asta hiqûqî, siyasî û mirovî de piştevaniya Rêveberiya Xweser bikin.”

Endama PE’yê û seroka şandeya têkiliyên bi Nîvgirava Erebî re Hannah Newman duh di dergeha Sêmalka ya sînorî re gihaşt herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û li bajarê Qamişloyê bi berpirsên Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re hevdîtin pêk anîbû.

Di hevdîtina duh a bi berpirsên Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser bandorên êrişa dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û şêniyên herêmê û rewşa kampên li herêmên Rêveberiya Xweser hatibû nîqaşkirin.

Tê payîn ku endama PE’yê û seroka şandeya têkiliyên bi Nîvgirava Erebî re Hannah Newman sibê bi nûnerên saziyên civaka sivîl re bicive.

(cx)

ANHA