Li dibistanên Minbicê tecrûbeya sê dewaman û tedbîrên xweparastinê ji vîrusa Koronayê

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarên wê tedbîrên parastin û pêşîlêgirtina berbelavbûna vîrusê Koronayê li dibistanan pêk tîne.

Li dibistanên Minbicê tecrûbeya sê dewaman û tedbîrên xweparastinê ji vîrusa Koronayê
Li dibistanên Minbicê tecrûbeya sê dewaman û tedbîrên xweparastinê ji vîrusa Koronayê
Li dibistanên Minbicê tecrûbeya sê dewaman û tedbîrên xweparastinê ji vîrusa Koronayê
Li dibistanên Minbicê tecrûbeya sê dewaman û tedbîrên xweparastinê ji vîrusa Koronayê
6 mijdar, 2020   08:57
MINBIC-SELWA ABDUREHMAN

Komîteya Fêrkirin û Perwerdê li Minbicê gelek tedbîrên xweparastina ji vê pandemiyê girtin, jê jî dabînkirina ava dezenfektekirî û ya vexwarinê li tevahî dibistanan, dabînkirina madeyên paqijkirinê, sererastkirina destavan û pêkanîna pergala zanabûna rojane ji xwendekaran re.

Li gel wê jî dê komîte çavdêriyê li rewşa xwendekaran li hundirî dibistanan bi hevkariya komîteya tenduristiyê re bike, da ku rewşên kesên bi vîrusê bikevin û yên bigûman bişopîne, çi mamoste, çi xwendekar, çi jî malbatên xwendekaran dibe.

Li aliyekî din jî komîteyê tecrûbeya 3 dewaman di rojekê de li dibistanan pêk anî. Di her dewamekê de 3 saet xwendin heye, li gel wê roja şemiyê jî dewam heye. Bi wê re xwendekar perwerdeya xwe nêzî ji sedî 80 distîne.

Girêdayî mijarê, hevserokê Rêveberiya Giştî ya Dibistanan a Minbic û Gundewarên wê Hesen Abdullah wiha got: "Heta niha pergala 3 dewaman li ser gelek dibistanên sereke yên li bajêr ku tê de hejmareke mezin a xwendekaran heye, tê meşandin, jê jî dibistana Irobe, Hemdaniyê, Tişrîn a seretayî, Raxib Haron û Abdulxelîl Hesen.

Abdullah wiha domand: "Di refekê de pergala dûrketina xwendekaran ji hev dû tê meşandin, û tê de nêzî 15 xwendekaran heye, li gel wê jî tedbîrên parastin û xweparastina ji vîrusa Koronayê heye, mîna lixwekiirna mask, dezenfekte û nebikaranîna tiştên hev dû."

Abdullah di dawiyê de ji malbatên xwendekaran re diyar kir heke zarokên wê bi vîrusê ketin an jî rewşên bigûman hebin eşkere û zelal bin û yekser agahiyê bidin rêveberiya dibistanê ku ev mijar heta eşkere bibe neyê veşartin. Li aliyekî din jî divê tevahî tedbîrên parastin û paqijkirina şexsî pêk bê, da ku bi vîrusê nekevin.

Li Minbic û Gundewarên wê îsal, 330 dibistanan deriyên xwe ji nêzî 115 xwendekaran re vekirin û tê de 5 hezar mamoste perwerdê didin.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/jArSk15e0n4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>