Bertekên li dijî daxuyaniyên Barzanî zêde dibin: Tirkiyê razî dike

Kurdên Rojavayê Kurdistanê, daxuyaniyên Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî ku tevgera rizgariya Kurdistanê tawanbar dike, şermezar kirin û gotin, ev daxuyanî rayedarên Tirk razî dike.

Bertekên li dijî daxuyaniyên Barzanî zêde dibin: Tirkiyê razî dike
4 mijdar, 2020   05:12
NAVENDA NÛÇEYAN

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/HAeLLI70CXA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Ji berî hefteyekê ve, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hêzên xwe li herêma Garê ya herêmên Parastinê yên Medyayê bi cih dike ku ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve êriş ser têne kirin. Armanc ji vê tevgerê ew e ku tevgerên Hêzên Parastina Gel (HPG) asteng bike. Li ser vê mijarê endamê Konseya Rêveber a PKK'ê Murad Karayilan banga diyalogan li Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî kir, Barzanî bersiv da, PKK tawanbar kir bêyî ku behsa diyalogan an jî dagirkertiya Tirk a li Başûrê Kurdistanê bike.

Kurdên ji Rojavayê Kurdistanê nerazîbûn nîşanî daxuyaniyên Mesûd Barzanî da û gotin divê PDK ji lêdana dahola şer dûr bikeve û ji bo berjewendiyê gelê Kurd bixebite.

Şewket Muslim îşaret pê kir ku daxuyaniyên Mesûd Barzanî ji berjwendiyên gelê Kurd re xizmetê nake, lê belê ev daxuyanî ber bi şerekî kurdî-kurdî ve dibe. Muslim bang li Barzanî kir ku tev li siyaset û komployên li dijî gelê Kurd nebe.

Muslim her wiha girîngiya xurtkirina yekitiya netewî û rêgirtina li pêşiya şerekî navxweyî kir û got: "Em kurdên Rojava daxuyaniyên Barzanî red dikin. Mesûd Barzanî dijiminê xwe qebûl dike û birayên xwe red dike. Dagirkeriya Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê rewa dibîne û ji kurdan dixwaze ku ji nuqteyên xwe derkevin."

'EM LI BENDÊ BÛN KU ÇARESERÎ PÊŞKÊŞ KIRIBAN!'

Xalib Silêman destnîşan kir ku nakokî di daxuyaniyên Mesûd Barzanî de hene û wiha domand: "Nakokî di daxuyaniyên Mesûd Barzanî de hene yê îdiaya heramkirina şerê kurdî-kurdî dike. Em li bendê bûn ku çareserî pêşkêş bikirana, lê daxuyaniyên wî yên dawî nîşaneyên lêdana dahola şer e."

Silêman da zanîn ku Tirkiye dijminê gelê Kurd li her çar parçyên Kurdistanê ye, divê her kes ji vê hişyar bin û bi komplo û lîstokên wê nayên xapandin û wiha domand: "Em di pêvajoyeke hestiyar re derbas dibin, ji me hemûyan tê xwestin ku destkeftiyên gelê Kurd li Kurdistanê biparêzin."

'DAXUYANIYÊN DAWÎ YÊN BARZANÎ NE TIŞTEKÎ NÛ NE'

Xalid Silêman bang li gelê Kurd kir ku dîroka Kurd bixwînin û bi pey lîstokên dewleta Tirk ên ku nirxê kurdan dike hedef, nekeve, her wiha destnîşan kir ku PKK heya niha gel diparêze û li hemberî êrişên dewleta Tirk disekine.

Hecal Hesen da zanîn ku daxuyaniyên dawî yên Barzanî ne tiştekî nû ye û wiha got: "Ji aliyê Enqere ve hatiye paldan. Her çendî ku gelê Kurd hewl dide yekitiya kurdî pêk bîne, dewleta Tirk bi rêya ajandeyên xwe hewl dide fitne û şer biafirîne. Kolandina xendekan û zêdekirina qereqolan li ser sînorê di navbera Başûr û Rojava de pêkanîna şertên Enqere ne û daxuyaniyên Mesûd Barzanî delîlê hevkariya wî ya bi Tirkiyê re ye."

'ÇIMA BARZANÎ JI TIRKAN NAXWAZE DERKEVE?'

Nayif Beşîr ê ji bajarê Kobanê anî ziman ku ew bi çavekî mezin li Barzanî temaşe dikirin, lê ew roj bi roj berevajî vê yekê îsbat dike.

Beşîr nerazîbûna xwe nîşanî daxuyaniyên dawî yên Barzanî da û got: "Di demekê de ku Kurd li pêşberî gefên dijmin in, ev daxuyaniyên dawî şerekî kurdî-kurdî derdixîne, xwîna gelê Kurd yek e û nabe ji bo berjewendiyên şexsî were rijandin."

Nayif Beşîr pirsî çima Barzanî banga derketina ji dewleta Tirk nake ya ku rojane Başûrê Kurdistanê topbaran dike û dibe sedema xirabî û wêranbûnê.

Alaedîn Muslim destnîşan kir ku daxuyaniyên Barzanî rayedarên Tirk razî dike û îşaret bi van xalak kir: "Li Başûrê Kurdistanê zêdeyî 30 baregehên leşkerî yên dewleta Tirk hene,  Barzanî ji wan re nabêje bila derkevin, lê banga derketina ji wir li HPG'ê dike. Em çiqas qal bikin em nikarin dîroka malbata Barzanî înkar bikin ku tenê bi nav kurd in lê bi tirkan ve girêdayî ne."

Alaedîn banga Barzanî ya derketina kurdan ji herêmê û hiştina wê ji bo dewleta Tirk a dagirker re bi tundî şermezar kir.

'DIVÊ EM DESTEK BIN'

Jina bi navê Hindirîn Hesen jî got: "Em daxuyaniyên Barzanî bi tundî şermezar dikin, divê destekê bidin me. Tişta ku Barzanî got, ji bo me kurdan zehmet e û ji bilî navê îxanetê ku em lê bikin tiştekî din tuneye. Ev van daxuyaniyan qet qebûl nakin, yên ku Şengal û Mexmûr rizgar kirin divê bîne bîra xwe piştre çi bixwaze bila bixwaze, lê mixabin Barzanî li şûna ku bi kurdan bifikire Erdogan razî dike."

Azad Beşîr îşaret pê kir ku "Çima Barzanî li djiî dijminê gelê Kurd daxuyanî nade û li hemberî wan çek ranake, lê li dijî kurdan dide, heger nakokî di navbera wan de hebin bila bêyî rijandina xwînê li ser maseyeke diyalogan rûnên."

Beşîr her wiha got: "Kanî Kerkûk dilê Kurdistanê, çima li derdora birayên xwe kom nabe û ji wan dixwaze ku biçin, yên ku di roja giran a ber qirkirinê de parastina wê kirin."

ANHA