Êzidî xwe birêxistin dikin û PDK dixwaze wan girêdayî xwe bike-3

Piştî komkujiyên li dijî êzidiyan pêk hatin, êzidî dest bi xwerêxistinkirinê li ser astên siyasî, leşkerî, civakî û rêveberî kirin. Ev yek jî ne daxwaza Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ye ya ku bûbû sedema wan komkujiyan.

Êzidî xwe birêxistin dikin û PDK dixwaze wan girêdayî xwe bike-3
4 mijdar, 2020   01:22
NAVENDA NÛÇEYAN-ŞERVÎN MISTEFA

Di 3`yê Tebaxa 2014`an de êzidî li ser kabûsekê ji dengên topan û guleyan ji xew rabûn. Artêşa Iraqê û zêdetirî 10 hezar pêşmergeyên PDK û Zêrevanî revîn û êzidî bi tenê hiştin.

Êzidî pê nehesîn çi çêdibe. Lê tişta ku zanîn ew e ku li hemberî fermanekî nû ne. DAIŞ`ê destpêkê êrişî gundên Girzirk û Sîbah Şêxdir kir. Zilam û ciwanên her du gundan di dirêjahiya 6 saetan de berxwedaneke bêhempa nîşan dan.

Ji ber kêmbûna çek, zexîreyê û reva pêşmergeyan, êzidî nikarîn berxwedana xwe berdewam bikin, nexasim ku gelek ji wan şehîd ketin. Piştî şerê ku saet di 2:07`an de piştî nîvê şevê destpê kiribû, çeteyan bi saetên berbanga sibê re derbasî Şengal bûn û dest bi hovîtiya xwe li dijî êzidiyan kir.

Gundê Koço yê dikeve başûrê çiyayê Şengalê hate dorpêçkirin û DAIŞ`ê zêdetirî 500 kes kuştin, jin û zarok revandin.

Dema êzidiyan li gundên din pê hesiyan ku xeterî nêzî wan dike, berê xwe dan çiya da ku xwe biparêzin.

Di dema ku gundên êzidî dihatin topbarankirin de, pêşmergeyên PDK`ê bi erebeyên ku bi çekên giran dagirtî ne ji herêmê direvîn.

ji bilî çiyayê Şengalê “Herêma Serdeştê” tu rê li pêşiya êzidiyan nema. Di rê de bi sedan zarok û temenmezin ji ber germahiya zêde û tîbûnê jiyana xwe ji dest dan û tenê gotina “Pêşemerge em firotin”, ji devê wan derdiket.

GERÎLA JI ÇIYÊ, YPG-YPJ JI ROJAVA BI HAWARA WAN VE HATIN

Dîroka PDK`ê bi xiyanetan dagirtî ye. Dema bajarê Musilê kete destê çeteyan, şêxên êzidî ji qayimmaqamê Şengalê yê ji PDK`ê xwestin ku eniyeke parastinê li dora bajêr çêkin. Lê qayimmaqam, guh neda wan. Ji ber ku di bingehê de PDK`ê tev li civîna Urdinê bûbû. Di vê civîna ku di Hezîrana 2014`an hate lidarxistin de, dewleta Tirk û Amerîkayê plana êrişên DAIŞ`ê li dijî herêmê danîn.

Ji ber wê Hêzên Parastina Gel (HPG) 12 şervan şandin herêmê da ku êzidiyan biparêzin heke êriş pêk hatin. Lê PDK`ê 3 ji wan girt.

Ruxmî hejmara wan a kêm, lê 9 şervanên HPG`ê bi çekên kilaşînkovê, nehiştin ku çeteyên DAIŞ`ê bigihêjin çiyê. Di dema ku 10 hezar pêşmergeyên PDK`ê ji herêmê revîn.

Li gel paşguhkirina PDK`ê, fermandariya KCK`ê Murad Karayilan daxuyanî da û tê de piştrast kir ku gerîla amade ye derbasî Şengalê bibe û gelê wê biparêze. Di roja din de karwanên HPG, Yekîneyên Jina Azad-Star(YJA-Star) derbasî Şengalê bûn û hêzên gerîla li Kerkûk, Mexmûr û li dora Hewlêrê belav bûn da ku nehêlin DAIŞ`ê derbasî Herêma Kurdistanê bibe.

Bi belavbûna dîmenên revîna pêşmergeyan û agahiyên qetilkirin û revandinê ji Şengalê re, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) berê xwe da çiyê. Di 8`ê Tebaxê de bi alîkariya gerîl û gelek êzidiyan ên ku çek rakirin korîdorek mirovahiyê hate vekirin da ku sivîlan ji çiyê derxin.

Piştre êzidî bi rêya wê korîdorê derbasî sînorên Rojava bûn, bi hezaran şêniyên Cizîrê li benda wan bûn, av û xwarin ji wan re pêşkêş kirin.

Li Şengalê jî, gerîlayan û gelek şêniyên Şengalê yên ku çek rakiribûn, bi xeteriya DAIŞ`ê re rû bi rû man. Di wê berxwedanê de bi dehan şehîd ketin, lê êrişên DAIŞ`ê li dijî çiyê şikandin û çiya parast.

PIŞTÎ KOMKUJIYAN ÊZÎDIYAN DEST BI AVAKIRINA HÊZÊN PARASTINÊ KIRIN Û BAJARÊ XWE RIZGAR KIRIN

Piştî ku çeteyên DAIŞ`ê komkujî li dijî êzidiyan pêk anîn ku di encamê de zêdetirî 2 hezar û 213 êzidî hatin kuştin, zêdetirî 390 hezar êzidî koçber bûn û 6 hezar û 417 zarok û jin hatin revandin, êzidiyan êdî rastiya PDK û xiyaneta wê ji kurdan re nas kir. Lewra dest bi xwerêxistinkirinê kir. Destpêkê hêzên parastinê bi navê Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) ava kir. Bi sedan ciwan tev lê bûn. Bi destpêkirina Sibata 2015`an re, jinên Şengalê Yekîneyên Jinan a Şengalê (YJŞ) ava kirin.

Di Adar 2015`an, YBŞ û YJŞ-J bi hevkariya HPG`ê pêngaveke leşkerî li dijî çeteyên DAIŞ`ê ragihand.

Ev pêngav bi serket û bajarê Şengalê di 13`ê Mijdara 2015`an de ji DAIŞ`ê rizgar bû.

Lê mîna her carê, PDK`ê ev serkeftin tehemul nekir, Mesûd Barzanî çû çiyayên Şengalê yên rizgarkirin û bi rêya dazgehên çapemeniyê ragihand ku partiya wî Şengal rizgar kiriye. Lê rastî diyar e, şêniyên Şengalê piştrat dikin ku tenê gerîla ew parastin.

Di Nîsana 2016`an de, gerîlayan piştî rizgarkirina bajêr ji êrişên DAIŞ`ê û ji bo rê li pêşiya aliyên ku hewl didin şerekî navxweyî di navbera Kurdan de derbixin, bigire, ji Şengalê vekişî.

BIRÊXISTINKIRIN

Ji ber komkujiyên ku li dijî êzidiyan pêk hatin, êdî baweriya êzidiyan bi hikumetên Iraqê û Hewlêrê nema. Ji ber wê êzidiyan biryar da ku xwe bi xwe birêvebibin. Ji bo vê yekê pêk bînin, dest bi xwerêxistinkirinê kir.

Cara yekemîn di dîrokê de êzidiyên Şengalê biryara xwebirêvebirinê didin. Di 14`ê Çileya 2015`an de Meclisa Damezrîner a Rêveberiya Xweser a Şengalê hate ragihandin.

Meclisê erka birêxstinkirina civaka êzidî û avakirina saziyên pêwîst girte ser xwe. Ji bo wê jî hevdîtin bi gelek şaneyên biyanî re çêkirin.

Sala 2017`an ev meclis veguherî Meclisa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê û pergala nû hate rûniştandin. Pergala hevserokatiyê hate pêkanîn û desteyeke rêveber jê re hate avakirin.

Ji ber girîngiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn û rola wê di sepandina ewlehiyê de, êzidiyan di 6`ê Tîrmeha 2016`an de Asayîşa Êzidîxan weke yekîneya parastina Şengalê ava kir.

PARTIYA SIYASÎ

Piştî ku êzidî tê gihiştin girîngiya xwebirêxistin û rola wê di rizgarkirina wan de, di 6`emîn Kongreya Tevgera Civaka Demokratîk de ya ku di Hezîrana 2016`an de hatiye lidarxistin, avakirina Partiya Azadî û Demorkatîk a Êzidiyan (PADÊ) ragihand. Ev partî di encama yekitiya Tevgera Demokratîk û Azadiyê û Kombûna Êzidî de derket holê. Partiyê ruxseta xwe ji hikumeta Iraqê girt û bi awayekî fermî dest bi çalakiyên xwe li Şengalê kir.

AVAKIRINA TEVGERA AZADIYA JINAN

Ji bo ku jin karibin xwe û mafên xwe biparêzin, Meclisa Jinên Êzidî hate avakirin. Ev meclis erka birêxistinkirina jinan û perwerdekirina wan pêk tîne.

Piştî salekê meclis di konferansa ku 25`ê Îlona 2016`an de li dar ketiye, veguherî Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ). Tevgerê erka pêşxistina jinan, vegerandina jinên revandî, xwedîderketina li jinên ku ji DAIŞ`ê hatine rizgarkirin û zêdekirina zanabûnê di warê azadiyê de girte ser xwe.

PERWERDE

Ji bo derbaskirina bandorên neyînî yên êrişên DAIŞ û zanakirina civakê, diviyabû ku êzidî ji aliyên fikrî û derûnî ve bêne perwerdekirin da ku bûyerên ku rû dane analîz bikin û rêbaza jiyana xwe vebijêrin. Di vî warî de, akademiyên perwerdeyê hatin avakirin. Jê Akademiya Şehîd Egîd Efrîn a ku di Çileya 2016`an de hatiye avakirin.

Armanca van akademiyan ew e ku gelê êzidî li ser rastiya êziditiyê, çanda êzidî bidin naskirin, êzidî karibin xwe bi xwe birêvebibin û vîna wan xurt bibe.

Her wiha akademiyeke taybet bi jinan hate vekirin. TAJÊ`ê akademiya Şehîd Binefş a perwerdekirina jinan ji aliyên fikrî, rêxistinî û siyasî ve vekir.

Têkildarî perwerde û fêrkirinê, ciwanên Êzidî bi derfetên xwe yên xweser, di bin konan de dest bi fêrkirina zarokan bi zimanê dayîkê kir.

Li rex van saziyan, saziya xizmetguzarî hate avakirin. Ev sazî hewl dide pêdiviyên rojane û tevahiya xebatên xwe ji derdora 70 hezar kesî ji şêniyan re pêşkêş bike mîna kehrebe, sotemenî û ard û gelek pêdiviyên din.

VEGERA BI HEZARAN

Piştî sepandina ewlehiyê û rewşa rêxistinî li Şengalê, bi hezaran êzidiyên li Kampa Newroz û Roj ên bajarê Dêrikê yê herêma Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û ji kampên li Başûrê Kurdistanê, vegerîn Şengalê.

Tu alî ne hikumeta Iraqê û ne jî hikumeta Hewlêrê, alîkarî ji Şengalê re pêşkêş nekirin. Tenê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê derman û xwarin û hinek xebatên şaredariyan ji êzidiyan re pêşkêş kirin.

PDK`Ê NAXWAZE ÊZIDÎ XWE BI RÊXISTIN BIKIN

Dema êzidiyan dest bi xwerêxistinkirinê, avakirina hêzên xwe û rizgarkirina gundan ji çeteyên DAIŞ`ê kirin, PDK`ê dît ku wê di vî warî de winda kir. Ji ber wê bi tevahiya rêbazan hewl da êzidî nebin xwedî vîn. Lewra PDK`ê heta beriya rizgarkirina Şengalê dest bi astengkirina êzidiyan kir da ku wan bi xwe ve girê bide.

Yekemîn wan hewldanên PDK`ê, di Sibata 2015`an de bû. PDK`ê dorpêçek li êzidiyan ferz kir. Rê neda derbasbûna pêdiviyên rojane. Heta ku her kesê çend kîlogram şekr di dest wî de hebûya jî, beriya ku bikeve herêma êzidiyan PDK`ê ew şekir destser dikir. PDK`ê bi rêya birçîkirinê, xwest êzidiyan bixe bin kontrola xwe (serê êzidiyan bişkîne).

Bi wê tenê nekir, lê belê PDK`ê alîkariyên ku rêxistinên navneteweyî dişandin Şengal desteser dikirin. Derbarê vê yekê de rêxistina Human Rights Watch di 4`ê Kanûna 2017`an de raporek girêdayî Şengla derxist û tê de got: “Hikumeta Herêma Kurdistanê rê nade ku alîkariyên mirovî derbasî Şengalê bibin.”

Li gel berdewamkirina hewldanên derxistina tevliheviyê di nava êzidiyan de, PDK`ê bi rêya alîgirên xwe hewl dida propagandaya hebûna Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Şengalê bike. Serokê PDK`ê Mesûd Barzanî di Gulana 2016`an de, got ku divê PKK`ê ji Şengalê derkevin. Di Îlona heman salê de kesê bi navê Qasim Şeşo yê ku PDK`ê desteka wî dike, îdia kir ku ew nûnertiya êzidiyan dike û got divê PKK`ê ji Şengalê derkeve, ruxmî ku di bingehê de PKK`ê ji herêmê vekişîbû.

Lê êzidiyan bi şêx û saziyên xwe ev îdia red kirin û piştrast kirin ku yên ku bûn sedema pêkhatina komkujiyan li dijî wan, nikarin biaxivin û ji PDK`ê re gotin: “Hûn li ku derê bûn dema gerîla em ji DAIŞ`ê rizgar kirin.”

(şx)

ANHA