Hamîde Rencuzogullari: Êrişa Rûsyayê ya li dijî Idlibê peyama ‘agirbest qediya’ da Tirkiyê

Hamîde Rencuzogullari destnîşan kir ku Rûsyayê îşareta operasyoneke sînordar a Idlibê daye û dewleta Tirk jê tirsiyaye ku nuqteyên wê yên li herêmê bên dorpêçkirin û got “Dibe ku Rûsyayê ji Tirkiyê re gotibe ku êdî garantoriyê nadiyê, lewma ji nuqteyên çavdêriyê vedikişe.”

Hamîde Rencuzogullari: Êrişa Rûsyayê ya li dijî Idlibê peyama ‘agirbest qediya’ da Tirkiyê
4 mijdar, 2020   03:31
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Vekişîna artêşa dewleta Tirk a dagirker ji nuqteyên li Hema û Idlibê berdewam dike. Dewleta Tirk nuqteya Morikê vala kir û dûre jî nuqteyên li Şer Mexar, Serman, Til Tokan, Tîrnebe, Merdîh, Meret, Hetat ve Seraqibê vala kirin. Piştî valakirina van nuqteyên leşkerî, li herêmê tansiyon dîsa bilind bû, Rûsyayê ji 26’ê Cotmehê ve êrişên xwe yên asmanî yên herî berfireh pêk anîn û topbarana hêzên hikumeta Şamê û çeteyên artêşa Tirk a li dijî hev jî didome.

Pispora Rojhilata Navîn Hamîde Rencuzogullari têkildarî rûdanên li Idlibê, vekişîna dewleta Tirk ji nuqteyên çavdêriyê û pêşeroja rewşa heyî, ji ANHA’yê re axivî.

Hamîde diyar kir ku piştî agirbesta Adara 2020’an cara ewilî ye ku li Idlibê tevgereke ev qas mezin a leşkerî pêk tê, bombebarana li dijî Idlibê ya yekser a Rûsyayê ji Tirkiyê re peyamek e û divê ev peyam jî wek “li Idlibê agirbest qediya” bê şîrovekirin.

‘HIŞTINA KOMÊN ÇETE LI IDLIBÊ, JI BO BERJEWENDIYÊN HÊZÊN NAVNETEWEYÎ YE’

Hamîde diyar kir ku ji ber ku gelek hêzên navneteweyî li paş komên çete yên li IdIibê kom  bûne, krîza li Idlibê jî kûrtir dibe û got: “Hêzên navneteweyî li ser komên çete projeyên xwe hebûn. Lê êdî dibe ku wan tevan jî dev ji wan projeyan berdabe. Lê tu dewletek ji Tirkiyê re nabêje çi karê te li Idlibê heye, ne jî dikare bibe hevkarê şerê Tirkiyê yê li Idlibê. Piraniya wan dixwazin Tirkiye bi vî halê heyî hebûna xwe li Idlibê bidomîne. Ji ber ku ji bo wan girîng e ku komên çete di Idlibê de bên girtin. Ji ber ku Tirkiye van komên çete bi rê ve dibe, tu rexneyê li Tirkiyê nakin.”

Têkildarî hewldanên Tirkiyê yên ji bo Idlibê ku di nava hiqûqa navneteweyî de cihê xwe tune ye, Hamîde destnîşan kir ku Tirkiye li Idlibê artêşeke komên çete çêdike. Hamîde îşaret pê kir ku ji ber van sûcên heyî Tirkiye nayê lêpirsînkirin û wiha pê de çû: “Çi dema bixwazin dikarin van komên çete aktîf bikin, nemaze ji ber ku mobîlîze bûne, ji bo hemû hêzên navneteweyî wisa ye. Fikra wan ew e ku di pêşerojê de li erdnîgariyeke din bi van çeteyan kaoseke din çêkin. Lewma dixwazin ew kom li Idlibê bimînin û di kontrola Tirkiyê de bin û heta Tirkiye lê mayînde jî bibe. Çi dema ku Tirkiye ji Idlibê derkeve, ev komên çete dikarin ji bo dewletên Rojava bibin şantajek. Rojavayî jî naxwazin bi krîzeke wiha re rû bir û bibin lê Tirkiye komên çete mobîlîze dike û ev jî ji bo projeyên hêzên navneteweyî yên têkildarî Rojhilata Navîn û Afrîkayê hê jî karîger e. Lewma têkildarî Idlibê dengê xwe nakin. Li Idlibê artêşeke mezin a çeteyan heye. Ji 60 hezarî zêdetir çete di bin kontrola Tirkiyê de ne. Di Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê de ji 30 hezarî zêdetir şervanên çete yên Heyet Tehrîr El-Şam hene û bi giştî hejmara wê dora 100 hezarî ye. Ji bo koaseke domdar ev potansiyeleke karîger e.”

 ‘LI NUQTEYÊN ÇAVDÊRIYÊ ÊDÎ GARANTORIYA RÛSYAYÊ TUNE YE’

Hamîde Rencuzogullari diyar kir ku vekişîna dewleta Tirk ji nuqteyên leşkerî rastî “demeke hesas û krîtîk” hatiye û got: “Êdî ew dem derbas bû ku hewl bidin hikumeta Sûriyê bi bi hêzên mîlîtan têk bibin an jî biguherînin. Heta ku Rûsya li cem Sûriyê bisekine ev yek ne pêkan e. Valakirina nuqteyên çavdêriyê ji hêla Tirkiyê ve, rastî demeke wiha hat. Rûsyayê îşareta operasyoneke sînordar a Idlibê da û dewleta Tirk jê tirsiya ku nuqteyên wê yên li herêmê bên dorpêçkirin. Bi garantorî û parastina Rûsyayê li wê derê dima û hebe nebe Rûsyayê jê re gotiye êdî vê garantoriyê nade, lewma jî ji wan deran vekişiya. Di destpêkê de ji nuqteya Morikê ya 9’an bê deng û his û bi lez û bez vekişiya. Hewcedarî pê dît ku li Cebel Zawiyê ku operasyona li dijî vê herêmê nêzîk dibe, hebûna xwe qewîn bike.”

‘HEMLEYA TIRKIYÊ YA LI IDLIBÊ: ŞER NEKE, HEBÛNA XWE QEWÎN BIKE’

Hamîde îşaret pê kir ku dewleta Tirk nikare cîhadiyên ku garantoriya wan hilgirtiye, li hemberî hêzên Rûsyayê û yên hikumeta Şamê bê parastin bihêle yan jî jê re bibe mertal û got: “Heke jê re bibe mertal, wateya wê ev e ku dîsa dikeve pozîsyona şer û Rûsya û artêşa Sûriyê datîne li hemberî xwe. Ev jî wekî dubarebûna hezîmeta Sibatê ye. Bi xurtkirina hebûna xwe ya leşkerî dibe ku vê yekê armanc dike; rêya M4 ku nêzî 6 km garantoriya wê dike û nuqteyên çavdêriyê biparêze û li ser navê cîhadiyan şer neke û hebûna xwe li herêmê qewîn bike. Çawa ku vekişiya Rûsyayê êniyên çeteyan ên li Cebel Zawiyê bombebaran kirin û ev jî nîşaneyeke vê yekê ye. Tirkiyê têkildarî wê derê ne daxuyaniyek da ne jî bangek kir.”

‘DÊ BERÊ HÊRSA ÇETEYAN VEGERE TIRKIYÊ’

Hamîde diyar kir ku dewleta Tirk naxwaze ji Idlibê destê xwe bikêşe lê belê nikare bikeve pozîsyona şer jî û got: “Lewma tenê hewl dide hebûna xwe li herêmê û nuqteyên çavdêriyê biparêze. Lê di vê rewşê de dê hêrsa çeteyan li wê derê bikişîne ser xwe. Wekî berê heke nebe mertal, dê çete yekser bibin hedefa Rûsyayê û ji ber ku bê parastin dihêle, dê hêrsa çeteyan li Tirkiyê vegerîne.”

 ‘DIBÊ KU DÎSA BERÊ XWE BIDIN BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ’

Hamîde Rencuzogullari destnîşan kir ku dewleta Tirk li Idlibê ketiye pozîsyoneke pasîf û wiha lê zêde kir: “Tirkiye ji ber polîtîkaya xwe ya navxweyî neçar e ku eniyeke nû veke. Ji ber ku bergeha polîtîkaya wê ya derve her tim bi vî rengî bû û tu sedemek nîn e ku ev yek biguhere. Ji ber ku Tirkiye di nava vê çiravê de ku roj bi roj kûrtir dibe, eniyên nû vedike û bi hestên nîjadperest ji xwe re dike navgîneke provokatîf. Dibe ku berê xwe bide Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Lê niha di rewşeke wisa de nîn e ku ji DYA’yê peyameke pêbaweriyê hilde. Ji ber ku li DYA’yê hilbijartin hene. Dibe ku piştî hilbijartinan êrişên xwe bi domdarî pêk bîne. Dixwaze li hemberî ku Rûsya êrişên li dijî Idlibê rawestîne, navgîneke bazarê bixe destê xwe. Di mijara Qerebaxê de ji bo ku Tirkiye destê xwe jê bikişîne, Rûsya zextê lê dike. Tu karteke Tirkiyê nîn e ku bikare pê ji Rûsyayê re bibêje raweste. Li Bakur û Rojhişatê Sûriyê hêzên Kurdan hene ku bi domdarî hem Rûsya hem Sûriye hem jî Tirkiye dike hedef. Dê di rewşeke wisa de be ku dema ku Kurd kirin armanc, dibe ku li hemberî wê Rûsya û Sûriye hebin. Dibe ku bixwazin wek dosyayekê bînin pêşberî Rûsan û êrişên sînordar pêk bên.”

ANHA