Artêşa Tirk a dagirker tank û panzêr li gundên nêzî rêya M4 bi cih kirin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hêzên xwe li dora gundên rêya navneteweyî ya M4 zêde dikin û gelek leşker, çete û çekên giran sewqî herêmê kirin.

Artêşa Tirk a dagirker tank û panzêr li gundên nêzî rêya M4 bi cih kirin
3 mijdar, 2020   12:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Di demekê de ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi dijwarî êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin, bi taybet navçeya Eyn Îsayê, ev sewqiyat pêk hatin. Di 3 hefteyên dawîn de çeteyan hewl da bi dizîka derbasî navçeyê bibin.

Tevgerên çeteyan û sewqiyatên leşkerî ber bi gundên Erebîn, Lêlan, Hemdaniyê û Dibsê ve yên li rojavayê navçeya Til Temirê hatin şopandin.

Çavkaniyan destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker beriya çend rojan, komên çeteyan tevî cebilxaneya wan, anîne herêmê û bi awayekî hemwext çekên giran li gundên di bin kontrola xwe de bi cih kirin.

Li gorî heman çavkaniyan, sewqiyatên dewleta Tirk a dagirker ji tank, panzer û moşekên ji cureya Grad pêk hatin. Her wiha heman çavkaniyan bi bîr xist ku tevgerên leşkerî li baregeha leşkerî ya dewleta Tirk a li girê gundê Ameriye zêde bûn û gelek tank û panzer tê de hatin bicihkirin.

Di 28`ê vê mehê de, artêşa Tirk a dagirker nuqteyên xwe yên li dora navçeya Zirgan a bajarê Serêkaniyê ya dagirkirî bi çekên giran, çeteyan û leşkerên Tirk xurt kirin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/wsRa1RkyYH8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>