Wezîrê îstixbaratê yê Îsraîlê: Erebistana Siûdî û Mexrib dibe ku têkiliyên bi Îsraîlê re xurt bikin

Wezîrê îstixbaratê ya Îsraîlê Elî Kohen got Erebistana Siûdî û Mexrib di lûtkeya lîsteya wan dewletan de ne ku dibe di demeke pêş de têkiliyên xwe bi Îsraîlê re xurt bikin.

Wezîrê îstixbaratê yê Îsraîlê: Erebistana Siûdî û Mexrib dibe ku têkiliyên bi Îsraîlê re xurt bikin
3 mijdar, 2020   11:32
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rojnameya Yedioth Ahronoth, Elî Kohen got: “Dibe ku di demeke nêz de hinek dewlet têkiliyên xwe bi Îsraîlê re xurt bikin. Erebistana Siûdî û Mexrib di serê wê lîsteyê de ne.”

Kohen destnîşan kir ku heke Trump di hilbijartinan de bi ser bikeve, dê rê li pêşiya xurtkirina têkiliyan veke.

Rojnameyê eşkere kir ku Erebistana Siûdî û Mexrib di lîsteya 5 dewleta de ne ku dibe têkiliyên xwe bi Îsraîlê re di pêşerojê de xurt bikin.

Der barê heman mijarê de Kohen hevrikê serok Trump di hilbijratinên DYA’yê de Joe Biden rexne kir, piştî ku Biden siyaseta Barack Obama bi nermbûnê wesifand û got ew li Rojhilata Navîn bi ser nakeve.

Kohen pesna siyaseta DYA’yê ya niha li Rojhilata Navîn da û got ew bi hêvî ye Trump careke din bi ser bikeve. Ev yek dê derfetê bide lihekvirinên din ên spandina têkiliyan bi Îsraîlê re.

(şx)