Parlamenterê berê yê Iraqê: PKK bi biryara parlamantoya Iraqê li Şengalê bû

Parlamenterekî berê yê Iraqê îşaret bi rola PKK`ê ya parastina Ereb, xiristiyan û êzidiyên li Şengalê di sala 2014`an de dema ku hêzên Iraqê û pêşmergeyên PDK`ê ji Şengalê vekişîn, kir .

Parlamenterê berê yê Iraqê: PKK bi biryara parlamantoya Iraqê li Şengalê bû
3 mijdar, 2020   11:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Bloka El-Werka û endamê berê yê Parlamentoya Iraqê Cozêf Silêwa Sebî ku tevlî kenala ‘UTV’ balkişand ser tekoşîna gerîllayên PKK’ê ya li hember DAİŞ û got ku wê demê PKK bi biryara parlamentoyê hatibû ji Şengalê.

Cozêf Silêwa Sebî wiha got: “Bi êrişên çeteyên DAIŞ`ê yên sala 2014`an re li dijî Şengalê, parlamentoya Iraqê biryara hebûna PKK`ê li Şengalê û heta piştgiriya PKK`ê û pêşkêşkirina çekan jê re, erê kir.”

Silêwa Sedî daxwazên vekişîna PKK`ê ji Şengalê wek lihevhatina bi siyasetên Tirkiyê re hesiband û wiha got: “Divê ev daxwaz di parlamentoyê de bên nîqaşkirin û li gorî peyman û rêgezên navneteweyî bin. Şervanên PKK`ê li hemberî rêxistina terorîst (DAIŞ) sekinîn û di demekê de ku hêzên Iraqê bi hezaran êzidî, Ereb û xiristiyan di nava pençên DAIŞ`ê de hiştin, PKK`ê ew parastin.”

 

(cx)