MSD`ê piştgiriya xwe bi gelê Awisturyayê re nîşan da

Hevserokê MSD`ê li ser êrişa ku duh li paytext Viyanayê pêk hatibû, piştgiriya xwe bi gelê Awisturyayê re nîşan da, her wiha xîtab û teşwîqkirina kînê şermezar kir.

MSD`ê piştgiriya xwe bi gelê Awisturyayê re nîşan da
3 mijdar, 2020   11:37
NAVENDA NÛÇEYAN- EHMED MIHEMED

Hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Riyad Derar têkildarî êrişa duh li paytexta Awisturyayê (Nemsa) Viyanayê pêk hat, li ser hesabê xwe yê fermî yê tevna civakî nameyek ji hikumet û gelê Awisturyayê re şand.

Derar wiha diyar kir: “Bi navê min û bi navê MSD`ê, li dijî êrişa terorî ya li Viyanayê ku tê de gelek kuştî û birîndar çêbûn, em piştgiriya xwe bi gelê Awisturyayê re nîşan didin.”

Duh hikumeta Awisturyayê ragihandibû ku komeke çekdar li 6 cihên cuda yên nêzî dêra herî mezin li bajarê Viyanayê êrişên terorî pêk anîne. Di êrişê de 3 sivîl hatin kuştin û bi dehan birîndar bûn.

Derar têkildarî bûyerê wiha nivîsî: “Em hemû kiryarên terorî û xîtabên kînê û hemû alîgir û piştevanên kîn û nefretê şermezar dikin. Welatê Awisturya bê cudahî li hemû hewcedarên alîkariyê xwedî derdikeve, ji lew re em rêzê li hemberî gelê wê digirin.”

Hevserokê MSD`ê sersaxî ji malbatên kuştiyan, gel û hikumeta Awisturyayê re û silametî ji hemû birîndaran re xwest.

(cx)