Şandeyeke xizmetguzariyê ji Reqayê serdana Hecînê kir

Bi armanca parvekirina tecrubeyên di aliyê xizmetguzariyê de, şandeyek ji Komîteya Rêveberiya Herêmî ya Reqayê serdana bajarokê Hecînê yê gundewarên rojhilatê Dêrazorê kir. Dê serdana şandeyê 2 rojan dewam bike.

Şandeyeke xizmetguzariyê ji Reqayê serdana Hecînê kir
3 mijdar, 2020   12:36
 DÊRAZOR

Şande ji hevserokê Komîteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan a Reqayê Ehmed Xidir, hevserokê Şaredariya Gel a Reqayê Ehmed Îbrahîm, hevserokê Gerînendetiya Avê ya Reqayê Salih El-Fewaz û hevserokê Nivîsgeha Xizmetan a Dêrazorê Mumtez El-Hefel pêk hat.

Şandeyê destpêkê serdana Şaredariya Gel a Hecînê kir. Hevserokê şaredariyê Salih El-Selman pêşwaziya mêvanan kir û ew ji projeyên şaredariyê agahdar kirin. Hevserokê Şaredariya Gel a Reqayê Ehmed Îbrahîm diyar kir ku Şaredariya Reqayê amade ye ku piştgiriya pêwîst bide Şaredariya Hecînê.

Piştre şandeyê berê xwe da Kolana 20'an da ku çavdêriya projeya çêkirina rêyan û ronîkirinê bike. Piştre çavdêriya xebatên amadekirina Nexweşxaneya Giştî ya Hecînê kirin ku werşeyên girêdayî şaredariyê di qonaxa yekemîn a projeyê de enqaz rakiribûn û piştre dest bi qonaxa duyemîn a projeyê kiribû û di wê çarçoveyê de dê torên kanalîzasyonê û avê bên amadekirin.

Piştre şandeyê çavdêriya xebatên rastkirina rêyan û rêya giştî ya di navbera Hecîn û Baxozê de ku di Şefa û Siwsê re derbas dibe, kir. Beriya demekê Şaredariya Reqayê gelek treks ji bo piştgiriya projeya Şaredariya Hecînê şandibûn herêmê.

Di dawiya roja yekem a serdanê de hevserokê Komîteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan a Reqayê Ehmed Xidir hewaldanên Şaredariya Hecînê erênî nirxandin û piştrast kir ku Komîteya Şaredariyan a Reqayê di her demekê de amade ye ku piştgiriyê bide Şaredariya Hecînê da ku rewşa xizmetguzariyê li herêmê baş bibe.

Dê serdana şandeyê sibê jî dewam bike û dê çavdêriya projeyên din ên Şaredariya Hecînê bê kirin û astengiyên li pêş xebatên wan bên nîqaşkirin.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/GqG90pIN6EA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>