DYA’yê şandeyên xwe yên leşkerî li balyozxaneyên xwe kêm kirin

Wek plansaziyeke nû li dijî Rûsya û Çînê, DYA`yê şandeyên xwe yên leşkerî li balyozaxneyên xwe yên li welatên cuda yên cîhanê kêm kirin.

DYA’yê şandeyên xwe yên leşkerî li balyozxaneyên xwe kêm kirin
2 mijdar, 2020   09:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Ev tevger di demekê de ku DYA çavkaniyên xwe yên parastinê ji Afrîka, Ewropa û Rojhilata Navîn ber bi Çîn û Rûsyayê ve vediguhêze, pêk tê.

Rojnameya Wall Street Journal a ragihand ku wezîrê parastinê yê DYA’yê Mark Esper di 24`ê Tebaxê de biryarek îmze kir ku li gorî wê dê Pentagon li dijî Rûsya û Çînê planên rêxistinî yên nû amade bike.

Li gorî vê biryarê, DYA`yê şandeyên xwe yên leşkerî li gelek welatan û bi taybetî li welatên rojavayê Afrîkayê, vexwendin.

Washingtonê asta şandeyên xwe yên leşkerî li Brîtanya, Tirkiyê, Erebistana Siûdî, Misir, Kiwêt, Îmarat û Pakistanê kêm kir.

Li gorî efserên ku bi mijarê agahdar in, şandeyên leşkerî ji gelek balyozxaneyên li rojavayê Afrîkayê cihê ku şerê li dijî tevgerên îslamî yên girêdayî DAIŞ û El-Qaîdeyê rû didin, hatin vekişandin.

Şandeyên parastinê yên DYA’yê artêşên li derveyî welêt perwerde dikin, agahiyên îstixbaratî kom dikin, alîkariya amadekirina firotana çekan dikin û di rewşên karesatên mirovî yan rewşên awarte de hevkariyên leşkerî yên DYA’yê bi rêxistin dikin.

(dm)