Li gundekî Helebê zarokek bi birûskê birîndar bû

Li gundewarên Helebê zarokê bi navê Mahir Hesen bi birûskê birîndar bû. Kadroyên tenduristiyê yên Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir diyar kir ku rewşa zarok ne baş e.

Li gundekî Helebê zarokek bi birûskê birîndar bû
2 mijdar, 2020   12:10
HELEB

Vê sibehê li Helebê û gundewarên wê baraneke gur barî û birûsk hebûn.

Zarokê bi navê Mahir Hesen (14) ku ji şêniyên gundê Peno yê bakurê taxa Şêxmeqsûd a Helebê ye, dema ku ji malê derket birûskekê lê da û birîndar bû.

Şêniyên gund zarokê birîndar rakir Nexweşxaneya Şehîd  Xalid Fecir a li Şêxmeqsûdê.

Li nexewşxaneyê piştî ku kadroyên tenduristiyê destwerdana lezgîn kir, Mahir derbasî odeya çavdêriyê hate kirin.

Kadroyê tenduristiyê diyar kir ku rewşa Mahir pir ne baş e.

(cx)

ANHA