ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16- 10-2020`AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16- 10-2020`AN
15 cotmeh, 2020   23:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-MSD' ê panela 9'an a bi diruşmeya "Ber bi kongreyeke niştimanî ji bo şêniyên Cizîr û Firatê" li navçeya Girkê Legê ya herêma Cizîrê li dar dixe, saet 09:00'an. (Bi WÊNE Û DÎMEN).

-Yekitiya Êzidiyên Sûriyê, kongreya xwe ya damezrîner bi diruşmeya "Bi yekitiya xwe em ê Efrîn û Serêkaniyê rizgar bikin", li Hola Beylesan a navçeya Amûdê li dar dixe, saet 09:00'an. (Bi WÊNE Û DÎMEN).

-Ermenên bajarê Qamişlo, têkildarî şerê di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de û beşdarkirina Tirkiyê çeteyên Sûriyê di vî şerî de daxuyaniyê parve dikin, saet 17:00'an. (Bi WÊNE Û DÎMEN).

-Berdevkê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Luqman Ehmê got: "Tedbîrên ku ji malbatên Sûrî yên ku dixwazin ji kampa Holê derkevin, sivik in." (Bi WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Durûtiya pîvanên navneteweyî girêdayî dan û standina bi koçberên di nava kampên li Sûriyê de, bi hatina zivistanê re bandor li wan dike, nexasim li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Deriyê sînor ê tekane ji bo derbaskirina alîkariyên navneteweyî ji destpêka Çileya borî ve hatiye girtin. (Bi WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

-Serokê Meclisa Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya herêma Efrînê got, kokên dîrokî  yên dagirkrina Kerkûkê hene, hate plankirin ku bajar bibe çavkaniya aloziyê di navbera pêkahteyan de. Her wiha destnîşan kir ku di vê mijarê de rola Tirkiyê û Îranê sereke ne û guhertina demografyaya Kerkûkê bi guhertina demografî ya li herêmên dagirkirî yên Sûriyê şebihand. (Bi WÊNE Û DÎMEN).

-Rexmî bangên navneteweyî yên çareserkirina aloziyê, lê Tirkiyê aloziyê gûr dike. Çavdêr diyar dikin ku Enqere roleke xirabkar dilîze û li berjewendiyên xwe digere. (Bi WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

Ruxmî ku piraniya niştecihên Kerkûkê Kurd in lê gelek kêmneteweyên din tê de dijîn. Kerkûk ji hêla hikumetên navendî ve hate paşguhkirin, partiyên Kurd jî di birêvebirina wê de bi bin ket. Dewleta Tirk û Îranê ev rewş bi kar anî û bajar kete bin bandora nakokiya neteweperestî û taîfî, gelo li gel vê rewşê çareserî çi ye? (Bi WÊNE Û DÎMEN).

- Rêveberiya nahiya Sinûnê ya Şengalê Xwedêda Çûkê, lihevkirina di navbera hikumeta Bexda û herêma Başûrê Kurdistanê ya derbarê Şengalê de red kir û got, divê îradeya êzidiyan were qebûlkirin û piştgiriya wê were kirin. (Bi WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Dayikên ji bajarê Qamişloyê operasyonên qirkirina siyasî yên rejîma Tirk li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê yên li dijî dayik û parlamaneteran şermezar kir û destnîşan kirin ku rejîma Tirk ya herî zêde ku tundiyê bi kar tîne. (Bi WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Şaredariya Gel a bajarê Kobanê, di salên dawî de gelek projeyên mezin pêk anîn, lê ji ber gelek sedeman hin proje di dema heyî de hatin sekinandin. (Bi WÊNE Û DÎMEN).

ANHA