Tedbîrên derxistina koçberên ji kampa Holê çi ne?

Berdevkê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Luqman Ehmê got: "Tedbîrên ku ji malbatên Sûrî yên ku dixwazin ji kampa Holê derkevin, sivik in."

Tedbîrên derxistina koçberên ji kampa Holê çi ne?
16 cotmeh, 2020   01:33
NAVENDA NÛÇEYAN – EHMED MIHEMED

Di encama civîna 5'ê Cotmehê ya di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), Desteya Kar û Barên Civakî û Desteya Hundirîn de, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 10'ê Cotmehê de, biryara derxistina malbatên Sûrî yên koçber ji kampa Holê da.

Biryara bi hejmara 146'an, ji bo koçberên Sûriyê ye yên ku dixwazin ji kampê vegerin. Derxistina koçberan û vegera wan a li malên wan dê li gorî tedbîran pêk were.

Li ser van tedbîran, berdevkê fermî yê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Luqman Ehmê ji ANHA'yê re axivî û got: "Ev biryar ji bo malbatên Sûrî yên li kampa Holê ye, lê malbatên din di nav xwe de nagire."

Ehmê destnîşan kir ku ji bo derxistina malbatan tenê du tedbîr lazim in û wiha domand: "Ya yekemîn malbatên ku dixwazin ji kampê derkevin daxwaznameyekê radestî rêveberiya kampê bikin. Ji ber ku hejmarek mezin a malbatan hene naxwazin ji kampê derdevin, hin ji wan ji ber rewşa ewlehî û hinên din ji ber rewşa jiyanê naxwazin derkevin. Ya duyemîn; li ser malbatên ku dixwazin derkevin lêkolîneke ewlehî were amadekirin, da ku were rastkirin ku ev malbat di nava çeteyên DAIŞ'ê de ne ya na. Li gorî van herdu tedbîran wê biryara derxistina na nederxistina malbatan were girtin."

Kampa Holê ji mezintirîn kampên li herêmên Rêveberiya Xweser in û ya herî xeter di cîhanê de ye, ji ber ku malbatên çeteyên DAIŞ'ê tê de hene ku hîna îdeolojiya DAIŞ'ê girtin û sûcên qetilkirin, êşkencekirin û aloziyê derdixin û gelek caran hewl didin birevin.

Li gorî serjimariya Rêveberiya Kampa Holê, 17 hezar û 693 malbat (64 hezar û 373 kes) di kampê de hene.

8 hezar û 209 malbat ji Iraqê ku ji 30 hezar û 606 kesan pêk tê.

6 hezar û 706 malbat ji Sûriyê, ji 24 hezar û 223 kesan pêk tê.

2 hezar û 778 malbtên biyanî, ji 9 hezar û 544 kesan ji nasnameyên erebî û ewropî pêk tê.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ZBq80mZ6V6I" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>